Hikumeta Tirkiyê Encûmena Şaredarîya Diyarbekirê helweşand

Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Hasan Basrî Guzeloglû ku di heman dem de parêzgerê Diyarbekirê ye jî; Civata Encumena Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê helweşand.

Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Hasan Basrî Guzeloglû ku di heman dem de parêzgerê Diyarbekirê ye jî; Civata Encumena Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê helweşand.

 

Ew civata ku ji 83 kesan pêk dihat û di hilbijartinên 31'ê Adarê yên Rêveberiyên Herêmî de hatibû hilbijartin.  Qeyûmê berê yê heman şaredariyê Cûma alî Atîlla jî civata encumena şaredariyê helweşandibû û bi 5 karmendan karê civatê birêve dibir.

 

Civata Encumena Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, ku ji 68 encumenên HDPyê, 22 encumenên Ak Partiyê û 3 encumenên Partiya Saadetê pêk dihat, ji aliyê qeyûmê şaredariya bajarê mezin a Diyarbekirê ve hatin helweşandin. Li gorî agahiyên serdema yekemîn a tayînkirina qeyûman; Qeyûmê ku di 2'ê Mijdara 2016'an de ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê hatibû danîn jî 2 sal û nîvan Civata Encumenê bi helweşandibû û karê civatê bi 5 karmendan bi rê ve dibir.

K24

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist