Hikûmeta Sûrîyê: Tirkîye demografîya Serê Kanîyê diguherîne!

Medyaya fermî ya Hikûmeta Sûrîyê radigihîne, artêşa Tirkîyê 1500 kes ji malbatên grûpên çekdar li Serê Kanîyê bicih kirine û bi vê yekê jî demografîya bajêr diguherîne.

Navenda Nûçeyan- Ajasa “SANA” a Sûrî belav kir, artêşa Tirkîyê li ser bicihkirina malbatên çekdaran li Serê Kanîyê berdewam e û di dema dawî de 1500 kes li her du taxên Xerbat û Hewarnê yên wî bajarî bicih kirine.

Li gorî raporta wê ajansa Sûrî, li ser bicihkirina malbatan û parvekirina malan, pevçûn di navbera grûpên çekdar de jî derketîye.

Wê ajansê artêşa Tirkîyê tometbar dike, ku ji meha Cotmeha 2019an ve, kiryarên xirap bi serê xelkê herêmên dagîr kirine, dike, ta wan neçar bike koçber bibin û bi malbatên çekdarên terorîst li şûna wan bicih dike û demografîya wan deveran diguherîne.

 

 

Siyaset Haberleri

Bafil Talebanî: Serkeftina Zaxoyê dîrokî ye
Gelo Amerîka dê sîstema parastinê bide Herêma Kurdistanê?
Nîroz Horî: Ez dê bi hunera xwe alîkariya zarokên otîstîk ên Rojavayê Kurdistanê bikim
Ronya Osman: Min xwest ez rastiya Fermana 74an ji Almanan re vebêjim
Elî Ebûd: Çareserî di sîstema federal de ye