Hikûmeta Kurdistanê derbarê xwendekaran de biryarek da

.

Berdevkê Cîgirê Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ji Rûdawê re ragihand ku budceyek dê ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwendekaran bê terxankirin.

Li beşeke bajarên Herêma Kurdistanê, taybet jî li Silêmanî, xwepêşandanên xwendekaran di roja çaremîn de jî berdewam in û ev mijarke sereke ya Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû.

Berdevkê Cîgirê Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, Semîr Hewramî ji Rûdawê re tekez kir ku di civîna Encûmena Wezîran de biryar hatiye dayîn, ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwendekaran, dabînkirina xizmetguzariyan û alîkariya xwendekarên kêmderfet, budceyeke taybet bo Wezareta Xwendina Bilind bê terxankirin.

Serokê Lîjneya Perwerdê ya Parlamentoya Kurdistanê Ebdulselam Dolemerî li ser hesaba xwe ya torên civakî ragihand ku li ser fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi mebesta çareserkirina pirsgirêkên xwendekaran budceyek dê ji bo Wezareta Xwendina Bilind bê terxankirin.

Ev yek di demekê de ye ku 4 roj in li bajarên Başûrê Kurdistanê xwendekaraên zanîngeh û peymangehan, xwepêşandanan saz dikin û daxwaz dikin bûrsên wan bên dayîn.

Bûrsên (dermale) xwendekarên zanîngeh û peymangehan, ji sala 2014an ve ji ber krîza darayî ya li Herêma Kurdistanê, bi biryara Encûmena Wezîran, hatiye birîn.

Kurdistan Haberleri

APIKUR: Em ji bo hinardekirina petrolê amade ne lê şertên me hene
PDK û YNKyê li hev kir: Dê bi hev re astengiyên siyasî çareser bikin
Li Siwêdayê bi dehan kuştî û birîndar hene: Serê Kaniyê jî li nav hev ket
Serokatiya Durziyên Sûriyê banga li civaka navdewletî kir
Li 36emîn salvegera terorkirina Dr. Qasimlo de 10 rêkxiravên mafê mirovî daxuyaniyek belavkirin