Hikûmeta Îraqê ji ofîsên xwe xwest ku PKKyê wekî rêxistineke 'qedexe' bi nav bike

.

Emîndariya Giştî ya Encumena Wezîran a Îraqê daxwaz ji ofîsên xwe kiriye ku di nameyên xwe de Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) wekî rêxistineke “qedexe” bi nav bike.

Ew name 14ê Tîrmeha 2024an hatiye derxistin û îro gihîştiya Parlamentoya Îraqê.

Name ji aliyê Rêveberê Giştî yê Ofîsa Karûbarên Îdarî ya Emîndariya Giştî ya Encumena Wezîran Ferh Ebûdî ve hatiye şandin.

Serokê Fraksiyona Partiya Komela Dadgerî ya Kurdistanê ya Parlamentoya Îraqê Soran Omer ji Rûdawê got ku ew name gihîştiye fraksiyonan û aliyên din ên parlamentoyê.

Di nameyê wiha tê gotin, “Li gorî nameya ku ji aliyê Ofîsa Karûbarên Emîndariya Giştî ya Encumena Wezîran ve di 28ê Gulanê de hatiye weşandin, Serokwezîr û Fermandarê giştî yê hêzên çekdar ferman da ku dema navê PKKyê di belgeyan de tê gotin, wekî `Partiya Karkerên Kurdistanê ya qedexekirî` bê nivîsandin.”

Soran Umer herwiha got, “Li gorî nameyê, êdî Hikûmeta Federal wê PKKyê wekî partiyeke qedexe binirxîne.”

Nameya ku ji fraksiyonan re hatiye şandin

Kurdistan Haberleri

Xalid Ezîzî: Ji bo cihgîrkirina demokrasiyê li Îranê de em bi hemû aliyên re di diyalogê de ne
TAYBET - Dr. Areş Cewdekî: Diyasporaya Îranî hebûna Kurdistanê red dike
Bavê Felek 37 sal berê xatirê xwe xwest û ji nav me bar kir
Li şûna Heşdî Şebiyê artêş li sînorê Herêma Kurdistanê hat bicihkirin
Amerîkayê bangî karmendên konsulxaneya xwe ya Edeneyê kir: Derkevin