Hikumeta Herêma Kurdistanê kempîna “ Bi hev re bihêztir in” radigehîne

Hikumeta Herêma Kurdistanê bi armanca komkirina bexşîn û alîkarîyê bo rûbirûbûna Vayrosa Koronaya nû (KOVID-19) li Herêma Kurdistanê kempîna “ Bi hev re bihêztiri n” ragehand.

Navenda Nûçeyan - Fermangeha Mêdya û Zanyarî ya hikumeta Herêma Kurdistanê belav kirîye, bo derbazkirina evê qonaxa dijwar, pêşwazî û destxweşîyê ji hatinepêş a xelkên bi helwêst û ciwamêr dikîn li hevkarîkirina hikumeta Herêma Kurdistanê bo rûbirûbûna Vayrosa Koronayê.

 

Amaje bi wê yekê jî kirîye, ku hevwelatî dikarin alîkarî û bexşînên xwe bi rêya evan hejmarên bankî pêşkeş bi kempînê bikin:

Banka Minare ya hikumî, bi hejmara hisabî: 493

Banka Ehlî RT, bi hejmara hisabî: 47186

Herweha bo zanyarîyên zêdetir dikarin peywendîyê bi van hejmarên telefonan ve bikin: 0770 559 00 01      0750 157 19 11

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist