Hikûmeta Fransa 7 zarokên çekdarên Fransî yên DAIŞê ji Rojavayê Kurdistanê bir Fransayê

.

Hikûmeta Fransayê 7 zarokên çekdarên Fransî yên DAIŞê ji berpirsên Rojavayê Kurdistanê wergirtin û derbasî Fransyê kirin.

Wezareta Derve ya Fransayê ragihand; 7 zarokên çekdarên DAIŞê wergirtine û ew zarok bi silametî ji Sûriyê veguhestine Parîsê û niha di bin çavdêriya civakî de ne.

Fransa spasiya berpirsên Rojavayê Kurdistanê kir ji ber hemahengî û alîkariya di mijara veguhestina wan zarokan de.

Bavên wan zarokan di şerê DAIŞê de û di rêzên çekdarên wê rêxistinê de hatine kuştin û piştî rizgarkirina wan deveran ji destê DAIŞê, di kampên Rojavayê Kurdistanê de diman.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin