Hêzên Rûsî li şûna hêzên Amerîkî bicih bûn

Piştî vekişîna hêzên Amerîkî, hêzên Rûsî li şûna hêzên Amerîkî li binkeyeke parêzgeha Reqayê bicih dibin.

Navenda Nûçeyan- Hêzên Polîsa Serbazî yên Rûsyayê li pêgeha gundê Til Semin ê li parêzgeha Reqayê bicih bûn, ku berê ew pêgeheke hêzên Amerîkî bû.

Li gor hatîye belavkirin, gundê Til Semin xwedî cihekî stratejîk e, ku bajarê Reqayê bi bakurê Sûrîyê ve girê dide.

Medyaya Rûsî dîyar kir, ji bo gerentîya ewlehîya welatîyan, Polîsa Serbazî ya Rûsî li wê binkeyê bicih bûye û dê jê ve dest bi gerên çavdêrîyê jî bike.

Ji alîyê xwe ve Hikûmeta Sûrîyê ragihand, dema ew binke di destê hêzên Amerîkî de bû, çekdaran di wê rîyê re çek vediguhastin.

Çekdarên DAIŞê di sala 2013an de bajarê Reqayê kontrol kiribû û ew kirin paytexta xîlafeta DAIŞê, di sala 2017an de jî Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD) bi piştevanîya Hevpeymanîya Navdewletî ya bi serokatîya Amerîka, bajarê Reqayê kontrol kiribû.

 K24

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist