Hêzên Îranî li navçeya Şinoyê kolberek kuşt

Hêzên Îranê li navçeyên sînorî yê Şinoya Rojhilatê Kurdistanê teqe li çend kolberan kirin û rêkxistineke mafê mirovan dibêje, yek ji wan kolberan bi birîndarî ketiye destê hêzên Îranê û hatiye kuştin.

Duh   li navçeyên sînorî yê Şino, hêzên Îranê teqe li hejmarek kolberan kirine û di encamê de kolberek bi navê Selahedîn Îsa Zade ku temenê wî 45 sal in û xelkê gundê Şêwsimak e, hatiye kuştin.

Navenda Mafê Mirov bo Rojhilatê Kurdistanê dibêje, ew kolber bi birîndarî ketiye destê hêzên Îranê de  û li dûv xwe kişandine û gelekî hatiye îşkencedan, piştre jî teqe lê hatiye kirin û canê xwe ji dest daye.

Li gor daxuyaniyê Navenda Mafê Mirov bo Rojhilatê Kurdistanê piştre jî termê Selahedîn Îsa Zade bo pizîşka dadî ya Nexed hatiye vegehustin.

Roja çarşemê 2yê Îloana 2020an , li navçeyên sînorî yê Serdeştê, sê kolberên din ku birîndarî ketibûn destê hêzên Îranê de û ji aliyê wan ve hatibûn kuştin.

 

Kurdîstan Haberleri

Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk: Em Amedsporê Pîroz Dikin
Milano’da Doğan 17 Yaşındaki Kürt Tasarımcıdan Uluslararası Mesaj: Melissa Nur Dikkat Çekiyor
Firat Cewerî pirtûka xwe ya nû li Stenbolê îmze kir
Rola mamosteyan di civakê de û bi taybetî civaka Îran û Rojhilatê Kurdistanê
Fîlma Kurdî-Japonî ‘Hemû Diaxivin’ li Festîvala Tokyoyê hat nîşandan