Hêzên DAIŞê li zincîre çîyayên Hemrîn û Qeretepe xwe rêxistin dikin

Şêwirmendê leşkerî yê wezareta Pêşmerge ragehand, çekdarên terorîst ên DAIŞê li zincîre çîyayên Hemrîn û Qeretepe xwe rêxistin dikin û êrîşên wan jî zêdetir bûne.

Navenda Nûçeyan - Şêwirmendê leşkerî yê wezareta Pêşmerge Bextîyar Mihemed Sidîq ji BasNewsê re ragehand, ‘’Paşmayên çekdarên rêxistina terorîst a DAIŞê li derdora zincîre çîyayên Hemrîn û Qeretepe mijûlê xwe rêxistin kirinê ne. Li gor zanyarîyên heyî hejmara wan zêde bûye li navçeyê û zêdebûna êrîşên wan bo ser hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê jî vê rastîyê îspat dike.’’

Herwaha got: ‘’Sedemên serekî yê bihêzbûna DAIŞê li piranîya navçeyan, hebûna valatîya ewlehîyê ye di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê. Herwaha nebûna hemahengîya pêwîste. Ji ber wê heta ew valatî hebe, DAIŞ li wan navçeyan dê bimîne û bihêztir jî dibe.’’

Şêwirmendê wezareta Pêşmerge got, ‘’Naha DAIŞ mijûlê anîna hejmarek zêde ya çekdarane li Sûrîyê ve. Ev jî ji ber nebûna çavdêrî û kontrolên temam ji alîyê artêşa Iraqê ve ye. Ji bo wê eger hemahengîya temam nebe di navber hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de jîngeyek baştir bo pêşketina DAIŞê ava dibe.’’  

 

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist