Hêzên Amerîkayê ji Rojava vekişîyan

Hêzên Amerîkayê ji Rojavayê Kurdistanê ve ber bi Başûrê Kurdistanê ve vekişîyan û îro yekemîn karwana hêzên Amerîkayê derbasî nav axa Başûrê Kurdistanê bû.

Navenda Nûçeyan- Hêzên Amerîkayê ji Rojavayê Kurdistanê ve ber bi Başûrê Kurdistanê ve vekişîyan û îro yekemîn karwana hêzên Amerîkayê derbasî nav axa Başûrê Kurdistanê bû.

Piştî ku Serokê Amerîkayê, Donald Trump biryara vekişîna hêzên wî welatî ji Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûrîyê da, ji çend rojên bihorî ve vekişîna hêzên Amerîkayê ji Rojavayê Kurdistanê ve dest pê kirîye.

Hêzên Amerîkayê ku duh ji Til Temirê dest bi vekişînê kiribûn, duh şev ber bi sînorê Başûrê Kurdistanê ve birêketin.

Amerîkayê ragihandiye, ew dê hêzên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûrîyê, li rojavayê Iraqê bicih bikin. 

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist