Hêzeke Erebistana Siûdî gihîşte Hesekê

Li gor zanyarîyên çavkanîyên xwecihî yên li parêzgeha Hesekê, serbazên Erebistana Siûdî gihîştine Binkeya Şedadî û dixwazin li wir bi cih bibin.

Çavkanîyên xwecihî dîyar dikin ku nêzîkî 20 serbazên Erebistana Siûdî ji Binkeya Tacî ya Iraqê ber bi Sûrîyê bi rê ketibûn, da ku li serbazgeha Şedadî bi cih bibin.

Hat ragihandin ku hêza Siûdî hemahengî ligel eşîrên Ereb kirîye û ev ne cara ewil e ku serbazên Erebistana Siûdî bi vê rêyê digihîjin Sûrîyê, berî niha jî bi hemahengîya eşîran, hêzeke din a Siûdî gihîştibû Sûrîyê.

Kanala El Alem a Îranî û Meyadîn ragihandine ku hêza Erebistana Siûdî ligel karwaneke artêşa Amerîkayê berê xwe daye Hesekê.

Li sînorê parêzgeha Hesekê ya rojavayê Kurdistanê, artêşa Amerîkayê weke binkeya xwe ya sereke Serbazgeha Şedadî vekirîye û ev binke dikeve başûrê rojhilatê bajarê Şedadî.

K24

 

Siyaset Haberleri

Çarçoveya Hevahengiyê namzedê Serokwezîriyê diyar kir
Amerîkayê hişyarî da welatiyên xwe: Di ser Îraqê re nefirin
Almanyayê notaya protestoyê da Rûsyayê: Gefên we me natirsînin
Partiyên Şî’a car din nikaribûn namzedê xwe destnîşan bikin
Nêçîrvan Barzanî û Alîkarê Wezîrê Derve yê Îranê li Antalyayê civiyan