Heyeteke navneteweyî çû cem Durziyan: ‘Metirsî heye Sûriye dabeş bibe’

.

 Heyeteke navneteweyî li parêzgeha Siwêdayê bi Şêxên Durziyan re civiya.

Şêxên Durziyan dibêjin, ji ber kiryarên Hikûmeta Sûriyeyê metirsiya parçebûnê heye.

Bûyerên dema dawî yên herêmên Durziyan ên taxên Ceremana, Eşrefiye, Sehnaya û êrişa li parêzgeha Siwêdayê di civînê de hatin gotûbêjkirin.

"Em hemû rijd in ku Sûriye welatekî hevgirtî bimîne"

Şêxê Durziyên Sûriyeyê Hikmet Hecerî got: "Em hemû rijd in ku Sûriye welatekî hevgirtî bimîne lê tiştên ku niha li meydanê çêdibin metirsiya cudabûnê nîşan didin.

Komkujiyên li bakur çêbûn û yên li Ceremana, Eşrefiye û Sehnaya çêbûn û piştre Siwêda ji aliyê komên tekfîrî ve bi çekên giran û topxaneyan hat dorpêçkirin.

Eger peyman nehata kirin dê heta niha êriş û komkujiyan berdewam bikira."

Şêx Hikmet Hecerî û Hikûmeta Sûriyeyê 1ê Gulanê ji bo aramkirina rewşê û bidawîkirina êrişên li ser taxên Durziyan ên li Şamê û dorpêçkirina Siwêdayê peyman îmze kiribûn.

Li gorî peymanê hêzên asayîşa Hikûmeta Sûriyeyê li taxên Ceremana, Eşrefiye û Sehnayayê yên Durziyan bi cih bûbûn.

"Em dê êdî bê deng nemînin"

Fermandar û zanayên Durziyan li zengilê metirsiyê didin û dibêjin dê êdî ew bê deng nemînin.

Serkirdeyê Durziyan Cemal Zehredîn behsa aloziya di navbera Durziyan û Hikûmeta Sûriyeyê kir û got:

"Me hêvî dikir piştî ketina rejima berê dê rêbend nemînin û dê hemû kes bi dilrehetî û asanî serdana hevdû bikin, mixabin tiştekî ecêb çêbû, kîndariyeke ecêb derket holê.

Sloganên mezhebî li her cihî tên bihîstin û gotin lewre ev tişta ku çêdibe ji bo gelekî hevgirtî nagunc e.

Em Durzî mirovdost in û aştîxwaz in, ji jiyanê hez dikin, em ji hemû mirovan hez dikin û dixwazin wan biparêzin, hemû awayên tundûtîjiyê red dikin.

Hikûmeta Sûriyeyê îdia dike ku hikûmeteke yasayî ye û li hemberî van komên çekdar ên tekfîrî ti tedbîr wernegirtiye lewre yan divê hikûmet yasayê li ser hemû koman cî bi cî bike û bibe hikûmeta hemû kesî.

Divê hikûmet ewlehî û aramiyê ji bo hemû gelê Sûriyeyê dabîn bike yan jî dê helwesteke me ya cuda hebe.

Ez bawer dikim hemû gelê Sûriyeyê vê rewşê red dike di dawiyê de dê xwenîşandan careke din dest pê bikin û wekî çawa me rejima Beşar Esed anî xwarê, em dê vê rejîmê jî bînin xwarê."

Pêwendiyên Durziyan û Hikûmeta Sûriyeyê

Li gorî çavdêran serdana heyeta navneteweyî ya bi serokatiya Alîkarê Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyêyê Necat Ruşdî amajeyeke ku Durziyên Siwêdayê jî tevlî pêvajoya siyasî ya diyaloga neteweyî ya Sûriyeyê bibin.

Li aliyê din, komên çekdar ên Durziyan ên wekî Rîcal Kerame û Lîwa el-Cebel xwe ji bo pêşhatên nayên çaverêkirin amade dikin.

Li gorî gotina serkirdeyên Durziyan eger Hikûmeta Sûriyeyê sînorekî ji komên radîkal re daneyne dê alozî dîsa derkevin.

Siyaset Haberleri

Birêvebirê berê yê FBIyê bi banga kuştina Trump tê tawanbarkirin
Rojnamegerê Swêdî Joakim Medin hat berdan
Îraq: Çekdanîn dê vekişîna hêzên biyanî teşwîq bike
Serok Barzanî pîrozbahiyê li Yekîtiya Qutabî û Lawên Demokrata Kurdistanê dike
Nêçîrvan Barzanî tevlî “Forûma Diyaloga Tehranê” dibe