Heyeteke Deva Partisi Li Amedê Seredana PAKê Kir

.

Heyeteke Deva Partisi ya ji birêzan Serokê Teşkîlata Amedê ya Deva Partisi Cîhan Ulsen, Cîhgirên Serokê Teşkîlata Amedê ya Deva Partisi Vedat Erten,Yusuf Arikanoglu, Murat Şahinli,Yucel Karadaş pêk hatî roja 27.08.2021ê seredana Teşkîlata Amedê ya PAKê kir.

Birêzan Berdevkê PAKê Hanifi Turan, endamê Meclîsa Partîyê ya PAKê Salih Kaplan û rêvebirê Teşkîlata Amedê ya PAKê İsmail Ediş pêşewazîya heyeta Deva Partisi kirin.

Heyeta Deva Partisi di derbarê rewşa Tirkîyeyê û rûdanên van demên dawî û di derbarê pirsa kurd de bîr û rayên partîya xwe anîn ziman û xwestin ku peywendiyên herdu partîyan berdewam bibin.

Heyet PAKê jî ji ber vê serdanê spasîyên xwe pêşkêşî heyeta Deva Partisi kir.

Herweha heyeta PAKê di derbarê doza girtinê ya di derbarê PAKê de, di derbarê êrîşên nîjadperetî yên li dijî kurdan, di derbarê sîyaseta Dewleta Tirkîyeyê ya li dijî kurdan û di derbarê çareserîya pirsa Kurd û Kurdistanê de bîr û rayên PAKê anîn ziman.

Heyeta PAKê , herweha behsa Daxwazên Acil yên Guncaw yên PAKê kir û got van daxwazan dikare ji bo çareserîya pirsa Kurd û Kurdistanê bibe destpêkeke girîng.

Hevdîtina heyeta PAK û Deva Partisi di atmosfereke erênî de derbas bû û herdu alîyan jî girîngîya dîyaloga di navbera herdu partîyan de anîn ziman.

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

Li Hewlêr, Silêmanî û Koyeyê êriş, 4 sivîl birîndar bûn
Sibe salvegera Helebceyê ye lê çalakiyên berfireh hatin betalkirin
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ofîsa xwe ya fermî li Qamişloyê vekir
Serokatiya Herêmê: Pêwîst e Bexda erkê xwe yê ji bo parastina nûnertiyên dîplomatîk bicih bîne
Serokatiya Herêma Kurdistanê: Em êrişa li ser Konsulxaneya Îmaratê bi tundî şermezar dikin