Heyeta PWKyê seredana namzeda serbixwe ya şaredarîya Batmanê Mûazzez Baktaş kir

.

Cîhgirên Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay û Vahît Aba, endamê Meclîsa Partîyê ya PWKyê Alî Altan, roja 22.02.2023yê seredana Teşkîlata Batmanê (Êlih) kirin û li gel rêvebir û endamên Teşkîlata Batmanê ya PWKyê civînek li dar xistin. Di vê civînê de xebatên PWKyê yên li Batmanê hate nirxandin.

Piştî vê civînê, Cîhgirên Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay û Vahît Aba, endamê Meclîsa Partîyê ya PWKyê Alî Altan,, Serokê Teşkîlata Batmanê ya PWKyê Azîz Ozdemîr û rêvebirên Teşkîlata Batmanê ya PWKyê seredana buroya Namzeda Serbixwe ya Şaredarîya Batmanê Mûazzez Baktaşê kirin.

Heyeta PWKyê serkeftin ji Mûazzez Baktaş re xwest. Mûazzez Baktaş jî ji ber vê seredanê spasîya heyeta PWKyê kir.

23.03.2024

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

PWK LI ALMANYAYÊ BEŞDARÎ PÎROZBAHÎYA 80 SALÎYA PDKYÊ BÛ
PWK LI STOCKHOLMÊ BEŞDARÎ PÎROZBAHÎYA 80 SALÎYA PDKYÊ BÛ
Şandeyên Herêm û Bexdayê cîbicîkirina peymanên ewlehiyê gotûbêj dikin
Li Almanyayê pêşangeheke wêneyan a taybet bi êşên Êzidiyan hat vekirin
Li Colemêrgê zêdetirî 46 hezar mayînan hatin rakirin