Heyeta PWKyê Li Parîsê Seredana Nûneratîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Fransayê Kir

.

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk, Serokê Meclîsa PWK Ewropayê Baran Boskan, endamên Meclîsa PWKyê Ferhad Boskan, Îhsan Aydin, endamê Komîteya Fransayê ya PWKyê Omer Xelîkan wek heyeteke PWKyê, roja 18.11.2024ê, li Parîsê, seredana Nûneratîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Fransayê kirin.

Heyeta PWKyê, ji alîyê Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Fransayê Alî Dolemerî ve hate pêşewazî kirin.

Heyeta PWKyê ji ber vê pêşewazîyê spasîya  Alî Dolemerî kir û di derbarê xebatên PWKyê yên li Kurdistanê, Tirkîyeyê û Ewropayê de agahdarî da û girîngîya xebatên li dîasporayê de anî zimên. Herweha ji ber xebatên Alî Dolemerî yên li Fransayê spasî û pîrozbahîya cenabê wî kir.

Alî Dolemerî jî ji bo vê seredanê spasîya heyeta PWKyê kir û di derbarê xebatên  Nûneratîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Fransayê de agahdarî da.

Hevdîtina heyeta PWK û Alî Dolemerî di atmosfereke dostane de derbas bû.

18.11.2024

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdîstan Haberleri

Ji sirgûnê ber bi dikê ve: Çîroka Tara Mamedovayê
Li Kela Zerzewanê ahenga zanist û hunerî hat kirin
PWK SWÊDÊ PÊŞEWAZÎYA ÎSMAÎL  BEŞÎKÇÎ Û HEVALÊN WÎ KIR!
Festîvala Şanoyê ya Amedê: Ji çar aliyên Kurdistanê şanoger beşdar in
Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir