Heyeta PAKê li Pîrmam Seredana Ofîsa Peywendîyên derve ya PDKyê Kir

Serokê Giştî yê PAKê Birêz Mustafa Özçelik, li gel endamê Komîteya Birevir a Navendî û Berpirsê Başûrê Kurdistanê Birêz Orhan Kaya û Rêvebirê Komîteya Başûrê Kurdistanê ya PAKê Birêz Evdirehmanê Gundikî, seredana Ofîsa Peywendîyên Derve ya PDKyê kirin.

Navenda Nûçeyan- Serokê Giştî yê Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) Birêz Mustafa Özçelik, li gel endamê Komîteya Birevir a Navendî û Berpirsê Başûrê Kurdistanê Birêz Orhan Kaya û Rêvebirê Komîteya Başûrê Kurdistanê ya PAKê Birêz Evdirehmanê Gundikî, roja 12.12.2019an li Pîrmam a navçeya Hewlêrê seredana Ofîsa Peywendîyên Derve ya PDKyê kirin.


 

Berpirsê Ofîsa Peywendîyên Derve ya PDKyê birêz Hoşyar Siwêylî û rêvebirên Ofîsa Peywendîyên Derve ya PDKyê pêşewazîya heyeta PAKê kirin.


 

Di vê seredanê de herdu alîyan girîngîya peywendîyên PDK û PAKê anîn ziman û di derbarê rewşa her çar perçeyên Kurdistanê de bîr û rayên xwe pêşkêş kirin.


 

Hevdîtina heyetên PAK û PDKyê bi awayekî dostane û biserkeftî li dar ket.


 

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist