Heyeta HAK-PARê Li Amedê Seredana PAKê Kir

Heyeteke HAK-PARê ku ji Cîhgirên Serokê Giştî yê HAK-PARê Birêzan Sedat Çınar û Yeter Polat, Endamên Meclîsa HAK-PARê birêzan Paşa Akdoğan, Ramazan Eren û Muhittin Batmanlıve pêk hatî, roja 04.01.2020an seredana Teşkîlata Amedê ya PAKê kirin.

Navenda Nûçeyan- Heyeteke HAK-PARê ku ji Cîhgirên  Serokê Giştî yê  HAK-PARê   Birêzan Sedat Çınar û Yeter Polat, Endamên  Meclîsa  HAK-PARê birêzan Paşa Akdoğan, Ramazan Eren û Muhittin Batmanlıve  pêk hatî, roja 04.01.2020an seredana Teşkîlata Amedê  ya PAKê kirin.

 

Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Birêz Nurullah Timur û endamên Komîteya Birevebir a Navendî ya PAKê birêzan Hanifi Turan û Vahit Aba pêşewazîya heyeta HAK-PARê kirin.

 

Heyeta HAK-PARê   di vê seredanê de got, ‘’Ji ber seredanên Serokê Giştî  û heyetên PAKê yên li Amedê û Stanbolê yên jibo HAK-PARê em dixwazin spasîya PAKê bikin. Armanca esasî ya seredana me jî îadeyî zîyaret e’’.

 

Di vê seredanê de heyetên PAKê û HAK-PARê di derbarê  rewşa giştî ya Kurdistanê û Tirkîyeyê de û li ser rûdanên  vê dawîyê bîr û rayên xwe pêşkêş kirin.

 

Hevdîtina heyetên PAK û HAK-PARê di atmosfereke dostane de derbas bû.Herweha ji bo di rojên pêş de hûnandin û pêşdebirina peywendîyên herdu partîyan de hevdîtineke baş bû.

04.01.2020

 

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

 

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist