Heyeta DEM Partiyê çû Rojava da tevlî konferansa netewî bibe

.

Heyetekî ji DEM Partiyê çû Rojavayê Kurdistanê da hinek pêwendiyan deyne û tevlî konferansa netewî bibe. Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskin Bayındır û hinek parlementerên DEM Partiyê ji Başûrê Kurdistanê di ser deriyê Sêmalka (Pêşxêbûr) de derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn. Buroya çapemeniyê ya DEM Partiyê li ser mijarê got:

“Hevserokê Partiya DBPê Keskin Bayındır, endamê merkezê yê partiyê Serhat Eren, parlementer Saliha Aydeniz, Gülcan Kaçmaz û Mehmet Kamaç çûn Rojava.”

Di 26ê Nîsanê de konferansa netewî tê li dar xistin. Wê bi serpereştiya ENKSê û PYNKê partiyên Kurd tevlî konferansê bibin.

ENKSê konferansê wekî pêngava destnîşankirina daxwazên xelkê Rojava û mafekî siyasî pênase kir.

Kurdistan Haberleri

Şandeyên Herêm û Bexdayê cîbicîkirina peymanên ewlehiyê gotûbêj dikin
Li Almanyayê pêşangeheke wêneyan a taybet bi êşên Êzidiyan hat vekirin
Li Colemêrgê zêdetirî 46 hezar mayînan hatin rakirin
PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê