Heyeta DDKDyê Li Amedê Ji Bo Piştgirîyê Seredana PAKê Kir

.

Ji ber ku PAKê Roja Alaya Kurdistanê, roja 17.12.2022yê li Teşkîlata xwe ya Amedê Alaya Kurdistanê hilda bû, polîsên Emnîyeta Amedê li ser daxwaza Serdozgerê Cûmhûrîyetê yê Amedê û bi biryara dadgehê roja 19.12.2002yê avêtibûn ser avahîya PAKê. Di vê êrîşê da polîsan dest danîbûn ser kompîtirên PAKê , hemû Alayên Kurdistanê, hinek pirtûk û kovaran.

Heyeteke DDKDyê(Komeleya Şoreşger û Demokrat a Kurd) roja şemîyê, 24.12.2022yê, ji bo piştgirîya PAKê , seredana Teşkîlata Amedê ya PAKê kir.

Heyeta DDKDyê ji Serokê DDKDyê A.Halîm Îpek û ji rêvebirên DDKDyê Hasan Guneş, Abdulhey Okûmûş, Îlhan Zeyrek, Veysî Askar, Necat Ozbay, Gurcan Bayrakçi pêk hatibû.

Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Nurullah Tîmûr û rêvbirên PAKê Mehmet Dortyama, Mehmet Bîlen, Mehmet Alî Yilmaz, Abdûllah Polat, Mustafa Kalhan pêşewazîya heyeta DDKDyê kirin.

Heyeta DDKDyê, di vê seredanê da got ‘’Em vê êrîşa ku li PAKê û li Alaya Kurdistanê hatîye kirin protesto dikin û em pişgirîya we dikin.’’.

Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Nûrûllah Tîmûr jî , li ser navê PAKîyan, ji ber vê seredanê û ji ber vê piştgirîya wan a dostane û germ spasîya heyeta DDKDyê kir.

Hevdîtina herdu heyetan di atmosfereke dostane û berhemdar da derbas bû.

24.12.2022

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

Kurdan dest da hev û Zaxo li cîhanê bû yekem
Trump: Hîn jî baweriya min bi Ehmed Şer heye
Serok Barzanî bi şandeyeke Partiya Komunîst a Çînê re civiya
Bernard Henri Levy: Dewleta Kurdî tekane kilîta aramiya Rojhilata Navîn e
Netanyahu û Barrack civiyan: Rojev Sûriye bû