Heyder Şeşo: Bo hilbijartinê em li cem Hevpeymanîya Kurdistanî ne

Serokê Partîya Demokrat a Êzdî aşkera kir, herçend Hevpeymanîya Kurdistanî amadebûna xwe ragehandîye ku hemû daxwazên wan bicîh bîne, lê hin alîyên hevpeymanîya êzdî ew yek red kirine.

Navenda Nûçeyan- Serokê Partîya Demokrat a Êzdî aşkera kir, herçend Hevpeymanîya Kurdistanî amadebûna xwe ragehandîye ku hemû daxwazên wan bicîh bîne, lê hin alîyên hevpeymanîya êzdî ew yek red kirine.

Heyder Şeşo bi daxuyanîyeke videoyî de daxwaz dike, di helbijartinên encûmena parêzgehên Iraqê de, Hevpeymanîya Kurdistanî ya ku ji alîyên Kurdistanî pêkhatîye, herwiha amadebûna xwe nîşan dane ku alîyên êzdî wek hevpeymanîya êzdî nav Hevpeymanîya Kurdistanî de qebûl bikin.

Herwiha got, hin alîyên nav hevpeymanîya êzdî amade nînin li gel Hevpeymanîya Kurdistanî civîn jî bikin, lê amadene li gel alîyên ereb guftûgoyê vê derbarê de bikin.

Heyder Şeşo neveşart ku ew karê alîyên êzdî di berjewendîya kurdên êzdî de nîne û ew alî bi wê tometbar kirin ku berjewendîyên kesî danîne pêş berjewendîyên giştî.

Heyder Şeşo got: ‘’Ez ti demekî êzdîyan ji Kurdistanê cuda nakim. Em Kurdistanî ne û ji bo berjewendîyê kesî xwe ji Kurdistanê cuda nakin. Eger nakokîyek nav alîyên Kurdistanî de hebe jî, lê naha nav Hevpeymanîya Kurdistanî de yekdengîyek heye û em jî dikarin berjewendîyên êzdîyan nav wê hevpeymanîyê de bicîh bikin.’’

Herwîha ragehand, sedî 80ê yê êzdîyan li Kurdistanê jîyana dikin û ‘’Em Kurdistanî ne û em xwe wek eslê kurdan dizanin.’’

Çavkanî: Basnews

 

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir