Hewlêr û Bexdayê li ser beşdariya nûnerên kurd di konferansên navdewletî da rêkeftin

Hewlêr û Bexda rêkevtin li ser beşdarîkirina nûnerê Herêma Kurdistanê di wan şand û konfransên navdewletî de ku Iraqê têde beşdar dibe.

Hewlêr û Bexda rêkevtin li ser beşdarîkirina nûnerê Herêma Kurdistanê di wan şand û konfransên navdewletî de ku Iraqê têde beşdar dibe.

Ligor raporteka Kurdistan24ê Fermangeha Peywendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê aşkera kiriye 24- 08- 2019an Hewlêr û Bexda gehiştine rêkevtinê.Nûnerê Herêma Kurdistanê jî beşdarî konferansên navdewletî û rêkeftinên Iraqê ligel welatan bibe.

Derbarê vê mijarê da pisporê navdewletî Barzan Cewher, di hevpeyivînekê de got:”Ev rêkeftin ji aliyê sîyasî, abûrî û peywendîyên navdewletî ve giring e, bi taybet her rêkeftineke Iraq bike, Herêma Kurdistanê dê jê haydar be.”

Herwiha Berzan Cewhar daye zanîn ku berê Iraqê bê Herêma Kurdistanê beşdarî di kongireyên navdewletî û rêkeftin dikir. Herêma Kurdistanê haydarê naveroka rêkeftina nedibû. Ev rêketina herdû aliyan bo Herêna Kurdistanê giring e. Hewlêr ji naveroka wan rêkeftinên Iraqê haydar dibe û beşdar dibe di wajokirina wan da.

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir