Hewla revîna 200 jinên DAIŞê hat têkbirin

Li Rojavayê Kurdistanê, di du rojên dawî de, ji aliyê hêzên asayişa kampa Holê ya li Hesekê, 2 hewlên revîna jinên DAIŞê hat têkbirin.

 

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirova belav kir, pêr nêzîkî 200 jinên DAIŞê yên ji regeza Sûrî û Iraqî, hewla revîna ji kampa Holê dan. Lê ew hewl ji aliyê hêzên asayişê ve hat pûçkirin.

Beriya niha jî çend caran jinên DAIŞê hewla revîna ji kampa Holê dan. Lê ev hewldana dawî, mezintirîn hewla revîna jinên DAIŞê tê hesibandin.

Herwiha Rewangehê diyar kir, do jî 4 jinên DAIŞê li gel 6 zarokan hewla revîna ji kampa Holê dabûn, herwiha ew hewla revînê jî hat têkbirin.

Ji 11 hezaran zêdetir jin û zarokên DAIŞê di kampa Holê de hene, tevî ku Rêveberiya Xweser bi berdewamî bang li welatên biyanî dike, da ku welatiyên xwe ji kampê werbigirin û çareseriyekê ji rewşa girtiyên DAIŞê re bibinin. Lê heta niha tu çareserî nehatiye dîtin.

Kurdîstan Haberleri

Ji sirgûnê ber bi dikê ve: Çîroka Tara Mamedovayê
Li Kela Zerzewanê ahenga zanist û hunerî hat kirin
PWK SWÊDÊ PÊŞEWAZÎYA ÎSMAÎL  BEŞÎKÇÎ Û HEVALÊN WÎ KIR!
Festîvala Şanoyê ya Amedê: Ji çar aliyên Kurdistanê şanoger beşdar in
Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir