Li Amedê 12 siyasetmedarên ku di 26'ê nîsanê de bi hêceta parvekirinên medya civakî û giliyên şahidên nepen hatibûn binçavkirin, hatin girtin.
Bi hêceta lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê de hatibû destpêkirin, li navenda Amedê di 26'ê nîsanê de 12 siyasetmedar bi îdiaya "propaganda rêxistinê kirine" li malên xwe hatibûn binçavkirin. Kar û barên îfadeyên siyasetmedaran li Miduriyeta Polîsan a Amedê bi dawî bû û wan sewqî Edliyeya Amedê kirin.
Dozgeriyê îfadeyên rêveberên HDP'ê Ramazan Karakaya, Hamit Onur, Murat Ondeş, Sadik Tosun, Hevserokê Rêxistina HDP'a Peyasê yê berê Kadrî Akkaya, Hevserokê Rêxistina DBP'ê ya Bajêr a Amedê yê berê Mehmet Bakir, Hevserokê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) Rifat Ronî, Endamê Meclîsa Şaredariya Yenîşehîrê Mehmet Zekî Bagcik, Endamê Meclîsa Şaredariya Rezanê Nurettin Bakan, Endama Meclîsa Şaredariya Peyasê Songul Dag Kapanci, Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Sûrê yê berê Zulfîkar Odabaşi û Rêveberê Rêxistina HDP'ê ya Bajêr a Amedê Naşît Bat di nav de 12 siyasetmedaran wergirt.
Dozgeriyê bi daxwaz agirtinê siyasetmedaran sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê kir. Dadger bi îdiaya parvekirinên medya civakî û giliyên şahidên nepen her 12 siyasetmedaran da girtinê û şand Girtîgeha Amedê.
Siyaset Haberleri
Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist