Hevserokê IHDê jî di nav de 25 kes hatin desteserkirin

.

Li Stenbol û Enqere, Eskîşehîr û Edeneyê polîsan gelek rêveberên HDPyê û Ozturk Turkdogan, Hevserokê ÎHDyê yê desteser kirine. Suleyman Soylû, Wezîrê Karûbarên Navxweyî demeke berê ÎHD hedef nîşan dabû.

Polîsan di saetên sibehê de li Stenbol, Enqere, Eskîşehîr û Edeneyê bi ser malan girtine û Ozturk Turkdogan, Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Zeyno Bayramoglu, Berdevka Meclîsa Jinan a Enqereyê ya Partiy a Demokratîk a Gelan (HDP), Ali Ozkan, Endamê Meclîsa HDPyê, Şukriye Ercan, Hevseroka HDPya Eskîşehîrê, Huseyîn Gevher û Betul Koca desteser kirine.

Navenda Giştî ya ÎHDyê li ser hesabê xwe yê Twitterê aşkere kiriye ku Turkdogan di saetên sibehê de hatiye desteserkirin û ew nizanin sedema desteserkirinê çi ye. ÎHDyê wiha gotiye: “Ev operasyon mînaka dawî û ya aşkere ya fişara li ser mafparêzan e. Em ê derbarê pêvajoyê de raya giştî agahdar bikin.”

“Ji 3-4 hêlan operasyonê dikin”

Ferhat Encu, Parlamenterê berê yê HDPyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê operasyonê de wiha nivîsandiye: “Em vê sibehê careke din bi operasyonan hişyar bûn. Li Stenbolê hevserokên navçeyan yên HDPyê û li Enqereyê jî Ozturk Turkdogan Hevserokê ÎHDyê û rêveberên HDPyê desteser kirine. Hûnê nikaribin biqedînin.”

AA: Operasyona li dijî PKKyê ye

Ajansa Anadolûyê di nûçeya xwe de gotiye ku “Li Stenbolê li dijî rêxistina terorê, PKKyê operasyon” pêk hatiye. Aayê diyar kiriye ku 10 kes hatine desteserkirin.

Ajansê di berdewamiya nûçeya xwe de gotiye ku ekîbên dijterorê yên Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê ji bo girtina 15 kesan li 4 navçeyan di heman demê de girtine ser 15 navnîşanan. Li gorî heman nûçeyê hevserokê navçeya Beşîktaşê û hevserokên navçeya Kagithaneyê jî di nav de 10 kes hatine desteserkirin û polîs li 5 kesan jî digerin.

Li Edeneyê 15 kes desteser kirine

Li gorî nûçeya TRT Haberê, polîsan li Edeneyê bi ser malan de girtine û 15 kes desteser kirine. 

TRT Haberê di nûçeya xwe de gotiye, "8 kesên hatiye tespîtkirin ku beşdarî xwenîşandan û meşên dijyasayî yên rêxistinê saz kirine, bûne" û "7 kesên ku li ser medyaya civakî propagandaya rêxistinê kirine, polîsan ew desteser kirine."

Kesên polîsan ew desteser kirine piştî kontrola bijîşkî, birine midûriyeta emniyetê. 

Wezîr Soylûyî ÎHD kiribû hedef

Suleyman Soylû, Wezîrê Karûbarên Navxweyî piştî operasyona Gareyê li Parlamentoyê axivîbû û ji bo ÎHDyê gotibû, “Ew komeleya bi navê ÎHDYê ya xwedê rihê wê bê bistîne” û ew kiribû hedef.

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da