Hevserokê Herêma Cezîrê: Rojava bê alîkarî maye

Hevserokê Encûmena Cîbicîkar a Herêma Cezîrê li Rojavayê Kurdistanê, Telat Yûnis ragihand, Rêveberîya Xweser tedbîrên pêwîst ên ji bo rûbirûbûna COVID-19 wergirtine, lê belê şîyanên wan kêm in û têrê nakin.

 

Navenda Nûçeyan - Hevserokê Encûmena Cîbicîkar a Herêma Cezîrê li Rojavayê Kurdistanê, Telat Yûnis ji Rûdawê re ragihand, ku wan tedbîrên pêwîst bo rûbirûbûna vîrusa Koronayê wergirtine.

Telat Yunis îro Sêşemê 7ê Nîsanê beşdarî bernameya Nûroja Dostan a Rûdaw TVyê bû û têkildarî tedbîrên Rêveberîya Xweser ên ji bo rûbirûbûna vîrusa Koronayê axivî.

Telat Yûnis da zanîn, ku di 15 rojên derbasbûyî de ti haletek tûşbûnê bi Korona li navçeyên Rêveberîya Xweser çênebûye.

Li gor Hevserokê Encûmena Cîbicîkar a Herêma Cezîrê li Rojavayê Kurdistanê, Qedexeya çûn û hatinê li bajar û bajarokên Cezîrê bi teundî tên kirin.

Telat Yûnis tekez kir, ku tevî wan tedbîrên tund ku Rêveberîya Xweser ji bo rûbirûbûna Koronayê wergirtine, û tevî şîyanên wan ên sînordar, lê heta niha ti alîyekî navdewletî yan rêxistinek tendirustî alîkarîya wan nekirîye.

Hevserokê Encûmena Cîbicîkar a Herêma Cezîrê li Rojavayê Kurdistanê herwiha eşkere kir, ku xelkê Cezîra Rojavayê Kurdistanê bi zanebûn û hişyarî mameleyê ligel xweparastinê ji vîrusa Koronayê dikin, herwiha gel li Rojavayê Kurdisytanê û bakurê rojhilatê Sûrîyê di pirsa rûbirûbûna Koronayê de alîkarîya desthilatên peywendîdar dike, lewra wan heta niha rewş bi giştî kontrol kirîye.

Li Rojavayê Kurdistanê û herêmên di bin kontrola Rêveberîya Xweser de heta niha ti rewşên tûşbûna bi COVID-19 nehatine tomarkirin, lê belê rêveberîyê hejmarek navendên taybet bi nexweşên vê vîrusê amade kirine.

 

Siyaset Haberleri

Çalakiyên berfireh bi hilkefta 22ê Pûşperê li Rojhilatê Kurdistanê bi rê ve diçin
Riha û Urmiye bûn destbirak
Şêwirmendê Ewlekariyê ya Iraqê: Divê mûçeyên karmendên Kurdistanê bên dabînkirin
Trump nameyeke gumrikê ji 7 welatên nû re şand!
Dadgehê ji tevgera ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji bo 13 kesan îdam û 219 sal ceza da