Hevşaredarên Gimgim û Kopê hatine desteserkirin

Hevşaredarên Gimgimê Ulku Karaaslan û Mahmût Yalçin û Hevşaredarên Kopê Eylem Sarûca û Adnan Topçû hatine desteserkirin.

Navenda Nûçeyan- Polîsan li Mûşê serê sibê avêtine ser malên Hevşaredarên Gimgimê Ulku Karaaslan û Mahmût Yalçin û Hevşaredarên Kopê Eylem Sarûca û Adanan Topçûyî. Polîsan  hevşaredar desteserkirine.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê polîsan di heman de avahîyên şaredarîyan jî dorpêç kirine. Piştî lêgerîna li malan, hevşaredar birine avahîyên şaredarîyê û ji wir jî birine midurîyetên polîsan.  

Li avahîyên her du şaredarîyan jî lêgerîn dewam dike. 

Li şûna 28 şaredaran qeyûm hatine wezîfedarkirin

Wezareta Karûbarên Hundir di 19ê Tebaxê de, bi sedema ku lêpirsîn li ser wan tê meşadin, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê, ê Mêrdînê û Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê ji wezîfeyê dûr xist. Li şûna wan qeyûm tayîn kir. Ji wê rojê heta niha, li 28 şaredarîyên HDPyî qeyûm hatine tayînkirin.

Wezaretê li şûna şaredaran, qaymeqam an jî walî wezîfedar kirîye.

Bianet

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist