Hevşaredara Sûrê hat azad kirin

Hevşaredara Navçeya Sûrê ya Amedê Filiz Buluttekîn ku di 23ê Kanûna 2019an de hatibû girtin û di rûniştina îro de serbest hate berdan.

Navenda Nûçeyan - Rûniştina Filiz Buluttekîn îro bi rêya sîstema Deng û Reng ji Girtîgeha Erzeromê pêk hat. Di encama dadgehkirina Buluttekîn de Dadgeha Amedê biryara serbest berdana Filiz Buluttekîn da.

Hevşaredara Sûrê Fîlîz Buluttekîn berîya 6 mehan bi biryara Wezareta Navxweyî ya Tirkîyeyê ji karê xwe hatibû dûrxistin û di şûna wê de qeyûm hatibû danîn.

Piştî kar û barên fermî tê çaverêkirin ku Buluttekîn ji Zindana Erzeromê derkeve.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist