Hevpeymanîya Nêvdewletî çalakîyên xwe li dijî Daişê rewestand

Hevpeymanîya Nêvdewletî dijî Daişê, ku Emerîkayê serkirdatîya wê dike, çalakîyên xwe li dijî Rêxistîya Daişê li Îraq û Sûrîyê rawestand.

Navenda Nûçeyan- Ajansa Royterz belav kirîye, bi sedema girjî û alozîyên di navbera Îran û Emerîkayê de li deverê, Hevpeymanîya Nêvdewletî piranîya çalakîyên xwe li dijî rêkxistîya Daişê rewestand. Ev jî bi sedema wê yekê çûnku rewş weha dixwaze li şûna rûbirûbûna Daişê pêwîste Hevprymanî berevanîyê ji hêz û bingehên xwe bike.

Ewê ajansê ji zardevê berpisekê Hevpeymanîyê veguhaztîye, li gel evê yekê jî dibe Hevpeyamanî tenê çend çalakîyên serbazî encam bide di çarçove ya berevanîyê ji xwe li dijî rêkxistîyên teroristî.

Piştî wê hêrişa asmanî ya Emerîkayê li nêzîk firokexane ya Bexdayê Encam da û bû sedema kuştina her yek ji Qasim Suleymanî, fermandarê Feyelqa Qudis a Supayê Pasdarên Îranê û Ebû Mehdî Muhendis cêgirê serokê desteya Heşda Şeibî û hejmarek ji serkirdeyên Heşdê, bi sedema girjîyên di navbera Emerîka û  Îranê de, rewş aloztir bûye.

K24

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist