Hevpeymaniya Navdewletî serdana Girê Sipî kir

Şandeke Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê serdana Girê Sipî kir û bi fermandarên Encûmena Leşkerî ya Girê Sipî re civiya.

Şandeke Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê serdana Girê Sipî kir û bi fermandarên Encûmena Leşkerî ya Girê Sipî re civiya.

Şandeke Hevpeymaniya Navdewletî serdana Girê Sipî kir û piştre di daxuyaniyekê de ragihand, pêşketineke mezin di qonaxaya yek a “Mîkanîzma Ewlehiyê” de heye.

Da zanîn jî, ji bo nehîştina dilgiraniya Tirkiyê, hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û Hêzên Sûriyeya Demokratîk hejmarek gerên hevbeş li navçê kirin.

Amaje bi wê yekê jî, hêzên Amerîkî û Tirkî jî 4 caran gerên esmanî encam dan û danûstandinên wan bi aliyê Tirkî re derbarê mîkanîza ewlekariyê de berdewam in.

Li gor rêkeftina Amerîkî – Tirkî derbarê li rojhilatê Firatê de, hêzên HSD û YPGê 5 ta 14 K.M ji sînorê Tirkiyê dûr dikeve û çekê wan dê bi 20 K.M dûrî sînor bin û di wê çarçovê HSD şervan û çekên xwe ji Girê Sipî û Serê Kaniyê vekaşandibûn û xalên xwe radestî encûmenên leşkerî yên wan her du bajarokan kiribûn

Tevî ku Amerîkî tekez dike, her gaveke Tirkiyê ya tekane li rojhilatê Firatê bavêje dê encamên xirap jê derkevin, lê Serokomarê Tirkiyê ragihandibû, heger heta dawiya meha Îlonê “herêma ewle” pêk neyê, dê gavên yekalî bavêje.

 

 

Siyaset Haberleri

ŞAM - Rojnamegerên Kurd hatin berdan
EDENE - Konferansa 'Kurd di sedsala dawî ya Osmaniya de' hat lidarxistin
Bender Ebas: Hejmara miriyên teqînê gihişt 70 kesî
YNK: Bi hev re kar bikin da ku mafên Kurdan bên parastin
Serokê ENKSê: Em bi hêvî ne bigihin nêrîneke hevbeş ku nêrîna hemû aliyan be