Hevpeymanîya Navdewletî: Piştevanîya bo Pêşmerge dê berdewam bike

Hevpeymana navdewletî tekezîyê li ser berdewamkirina rahênan, şêwirmendî û piştevanîya wan hêzên Pêşmerge û wan hêzên din ên li navçeyê dike ku şerê rêxistina DAIŞê dikin.

Navenda Nûçeyan- Hevpeymanîya Navdewletî ya li dijî DAIŞê di daxuyanîyeke piştî civîna li Washingtonê, daxwaz ji wan hêzan jî kir ku niha li bakur rojhilatê Sûrîyê ne bo ku bi baldarî tevbigerin û rê nedin ti valahîyek pêk bê ku rêxistina DAIŞê bi mebesta bihêzkirina xwe sûd jê werbigire.

Di daxuyanîya Hevpeymanîya Navdewletî de tê gotin, “Em hemû wan alîyên li bakur rojhilatê Sûrîyê han didin bo ku li hember êrişên terorîstî bi her şêweyekê hişyar bin û wan pêşkevtinan biparêzin ku ji alîyê Hevpeymana Navdewletî ya li dijî DAIŞê ve hatine bidestxistin. Em wan hêzan han jî didin bo ku ti valahîyeke emnî li navçeyê rû nede ku DAIŞ jê sûd bistîne. Destbiserdekirina berdewam a wan kesên ku peywendî bi DAIŞ ve heye, ji wan jî çekdarên terorîst ên biyanî li bakur rojhilatê Sûrîyê gelek girîng e.”

Hevpeymanîya navdewletî di beşeke din a wê daxuyanîyê de tekezîyê li ser berdewamkirina rahênan, şêwirmendî û piştevanîya wan hêzên ku li Iraq û Sûrîyê şerê DAIŞê dikin, dike û herwiha dîyar dike, “Derbarê wê rewşa pir dijwar de, em pabendbûna xwe bi awayekî temam dûpat dikin bo piştrastbûna ji têkbirina bi yekcarî ya DAIŞê. Tekezîyê li ser girîngîya hiştin û terxankirina alavên leşkerî û amûrên pêwîst yên sivîl dikin bo hiştina pêgeha bihêz ya hevpeymanên me. Ev berdewamîkirina bo rahênan, şêwirmendî û piştevanîya wan hêzên hevbeş me li xwe digire ku li navçeyê şerê DAIŞê dikin.”

Hevpeymanîya Navdewletî amaje bi wê jî kirîye ku piştevanîya bo hêzên emnî yên Iraqê û hêzên Pêşmerge dê berdewam bike û tekezî li ser girîngiya hewldanên taybet bi seqamgirîya li wê navçeyê tê kirin ku berî niha li Iraqê û Sûrîyê li jêr desthilata DAIŞê bûn, di warê mirovî de alîkarîya wî xelkî bê kirin bo ku pêdawîstîyên wan bên dabînkirin.

Rûdaw

 

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da