Hevpeymaniya Navdewletî: Me êrişî ti pêgeheke Heşda Şeibî nekiriye

.

Grûpeke Heşda Şeibî li sê cihan nêzîkî Qaim li ser sînorê Sûriyê hatin armancgirtin. Heşda Şeibî dibêje Amerîkayê bi balefireke F-16 êrîşî wan kir û Hevpeymaniya Navdewletî jî ku Amerîka pêşengiya wê dike dibêje balefira êrîş kiriye ya wan nebûye.

Şeva borî demjimêr 22:33 xulek grûpên nêzîkî Heşda Şeibî li ser torên xwe yên civakî belav kirine, ku êrîşeke asmanî hatiye kirin û Amerîka bi encamdana wê êrîşê tometbar kirin.

Ji aliyekî din ve, berdevkê Hevpeymaniya Bavdewletî ya DAIŞê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, wê balefira ku êrîş encam daye, ne ser bi wan ve ye.

Medyaya Heşda Şeibî dibêje, balefireke corê F-16 êrîşî wan kiriye û du otombîl teqandine lê ti ziyaneke canî nebûye.

Heya niha ti aliyekî berpirsyaretiya xwe di ber wê  êrîşê ranegihandiye.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin