Hevpeymaniya Navdewletî karwaneke din a leşkerî şand Rojavayê Kurdistanê

.

Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê karwanek din a alîkariyên leşkerî û lojîstîkî şandin Rojavayê Kurdistanê.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan îro 10ê Nîsanê belav kir, Hevpeymaniya Navdewletî karwanek ku ji 32 kamyonan pêk tê ku di nav de tanker, wesayîtên zirxî, çek, jeneratorên elektrîkê û alîkariya lojîstîkî hebûn, şand bingeha Xerab El-Cîr ê li gundewarê Hesekê.

Rewangehê amaje bi wê jî kir, di vê hefteyê de ev cara duyemîn e ku Hevpeymaniya Navdewletî alîkariyên leşkerî ji Rojavayê Kurdistanê re dişîne, ku di 8ê Nîsanê de, hevpeymaniyê 20 kamyonên leşkerî yên din şandin baregeha Qesrikê ya nêzîkî Hesekê.

Li gorî Rewangehê, şandina van alîkariyan di çarçoveya bihêzkirina baregehên Hevpeymaniya Navdewletî ya li hember her gefeke muhtemel de, tê kirin.

Kurdistan Haberleri

.
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Mesrûr Barzanî û Ehmed Elcerba girîngiya parastina mafên gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê tekez kir
Rêjîma Îranê li 2 rojan de 23 girtî bidar vekirin
Ji cotkarên Kurd re mizgînî: Peymanên Erebên hawirde tên betalkirin