Hevpeymanîya Navdewletî Hummer û alîkarîyên din ên serbazî dide Pêşmerge

Wezareta Pêşmerge piştrast dike ku beşek ji alîkarîyên Hevpeymanîya Navdewletî gihiştîye wezaretê û beşeke din jî di rê de ye. Berdevkê Hevpeymanîya Navdewletî jî dibêje, ew dê berdewam bin li ser alîkarîya Hêzên Pêşmerge.

Navenda Nûçeyan- Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge, Cebar Yawer ragihand, ew bi tu awayekê nikarin hûrgilyên wê alîkarîyê eşkere bikin, ka hejmar û amar û qasa wê çende, ji ber ku ev yek mijareke serbazî ye.

Li ser çaksazîyên di Wezareta Pêşmerge de, Cebar Yawer got, hevpeyamnîya navdewletî bi taybet Amerîka, Brîtanîya, Almanya û Holenda di vê proseyê de beşdar in û ji bo reformên di wezaretê de alîkar in.

Berdevkê Hevpeyamnîya Navdewletî, Maylz Kagînz jî di daxuyanîyekê de li Navenda Rojhilata Navîn a bo Raport û Şîroveyan ragihandibû, ew dê zêdetir ji 100 hummerên serbazî û hejmareke parçeyên çek, hawen û fîşek û amûrên bêtel bidin hêzên pêşmerge.

Berdevkê Hevpeymanîya Navdewletî dîyar kiribû, ji bilî wan alîkarîyên serbazî, Hevpeymanîya Navdewletî û hêzên wan berdewam dibin li ser rahênena Pêşmerge û tekez jî kiribû, ku alîkarîyên wan bo Hêzên Pêşmerge demdirêj in.

General Kagînz amaje bi proseya reformê ya di Wezareta Pêşmerge de jî kir û destnîşan kir, ew reform 38 xalên sereke li xwe digire û armanc ji wê pêngavê jî ew e ku hêzeke Pêşmerge ya yekgirtî û bihêz hebe. Kagînz herwiha got, ji sala 2017 ve dest bi proseya reformê hatîye kirin û hin karên baş jî hatine kirin.

Berdevkê Hevpeymanîya Navdewletî amaje bi wê yekê jî kir, ku ji bo wan giring e ku hevahengîya navbera Wezareta Berevanîyê ya Iraqê û Wezareta Pêşmerge bê zêdekirin, ji bo ku fişarên li ser rêxistina DAIŞê zêdetir bin.

Hêzên Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê û têkşikandina wê rêxistina terorîstî de roleke berçav û bi bandor hebû, lewma jî niha Hevpeymanîya Navdewletî berdewam alîkarîya Pêşmerge dike û çek û kelûpelên serbazî jê re dişîne.

Çavkanî: Rûdaw

Siyaset Haberleri

Neteweyên Yekbûyî bangî Şamê kir: Bi HSDyê re gotûbêjan bikin
Li Hewlêrê 2 kes ji ber kuştina ajelekî kûvî hatin desteserkirin
Jineke Kurd li Zanîngeha Harvardê dersa Kurdî ya asta bilind dide
Macron, ji bo Polonya seha hewa xwe biparêze balafirên Rafale dişîne Polonyayê
Nedîm Zehawî: Herêma Kurdistanê pêşketineke berçav bi dest xistiye