Hevpeymaniya Navdewletî: Em ji Rojava venakişin

.

 Duh şandeke Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ya bi serokatiya Amerîka serdana bajarokê Baxozê ya di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk de kir û ragihand ku ew ji herêmên di bin kontrola Kurdên Sûriyeyê de venakişin.

Şanda Hevpeymaniya Navdewletî serdana Baxozê ya li rojhilatê Dêrezorê ku weke cihê dawî yê ji DAIŞ'ê hatiye paqijkirin li tê naskirin ki û dubare kir ku ew ji herêmên di bin kontrola Kurdên Sûriyeyê de venakişin.

Şanda ku ji Fermandarê Hêzên Taybet ên Amerîkayê û gelek rêveberên payebilind jî di nav de bû serdana bajarê Baxozê kirin û bi hevserokên meclisa herêmî û navdarên herêmê re hevdîtin pêk anîn.

Li gorî North Press Agencyê şandê da zanîn ku ewlekarî û aramiya herêmê di nav karên hêzên hevpeymaniyê de ye û di demeke nêzîk de dê piştevaniya xizmetguzarî ya berfireh ji bo tenduristî, perwerde û xizmetguzariyên bingehîn ji herêmê re bên kirin.

Herwiha şanda hevpeymaniyê soza piştgirîkirina sektora xizmetguzariyê, peydakirina wesayîtan ji şaredariya herêmê re û dayîna ambulansê ji navenda tenduristiyê ya li bajêr re da.

Beşdarên herêmê ji şandeyê daxwaz kirin ku tazmînat bidin gelê mexdûrên şer, avakirina binesaziyê, derxistina malbatên çeteyên DAIŞ’ê ji Kampa Holê û rê li ber gef û binpêkirinên Tirkiyeyê yên li dijî Rojava bê girtin.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin