Hevdîtinên PSK û PAKê li Enqereyê berdewam in

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, Cîgirên Serokê Giştî yê PSKê Celal Yıldız û Hasan Tuzcu, Cîgirê Serokê Giştî yê PAKê Mehmet Gül îro li Enqereyê, di derbarê doza girtina PAK, PSK û partîyên Kurdistanî de hevdîtinên xwe berdewam kirin.

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, Cîgirên Serokê Giştî yê PSKê Celal Yıldız û Hasan Tuzcu, Cîgirê Serokê Giştî yê PAKê Mehmet Gül roja 28.05.2019an li Enqereyê, di derbarê doza girtina PAK, PSK û partîyên Kurdistanî de hevdîtinên xwe berdewam kirin.
Heyeta PAK û PSKê îro ewil li Sefareta Cimhûrîyeta Federal a Elmanyayê li beşa sîyasî li Paul  Amann û Mr.Michael Sonntag hevdîtinek pêk anîn. 
Paşê Serokê Komeleya Haci Bektaşi Velî Ercan Geçmez li Navenda Giştî Komeleyê pêşewazîya heyeta PAK û PSKyê kir.

Heyeta PAK û PSKê hevdîtina xwe ya dawî ya roja 28.05.2019an li gel Serokê TMMOBê(Yekitîya Odeyên Mîmar û Mihendîsan) Emin Koramaz pêk anî.

Heyeta PAK û PSKê di hemû hevdîtinan de di derbarê doza daxistina(girtina) PAK û PSKê de agahdarî dan alîyên peywendîdar û piştgirîya wan xwestin.
Her wiha heyeta PAK û PSKê di van hevdîtinan de dosyayeke ku ji îdîanameya doza girtinê û ji daxuyanîya hevbeş ya PSK û PAKê pêk hatî,  ku bi kurdî, tirkî, îngilîzî û almanî hatibû amadekirin teslîmî alîyan kirin.
 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist