Hestî û pirûskên 171 kesan hatin derxistin

Wezareta Şehîdan û Enfalkiriyan ya Kurdistanê ragihand, di gora bi kom ya devera Semawe ya Iraqê de hestî û pirûskên 171 welatiyên kurd, yên ji aliyê rêjîma Beis ya Iraqê ve hatibûn komkujkirin, hatin derxistin.

Berdevkê Wezareta Şehîdan û Enfalkiriyan, Fuad Osman got, îro piştî 13 rojan karê vedan û vekirina gora bi kom li deşta Til Şêxiye ya bajarê Semawe li parêzgeha Musena ya Iraqê xilas bû.

Fuad Osman her wiha got, bi giştî hestî û pirûskên 171 welatiyên kurd yên ku di wê gorê de hatibûn çalkirin, hatin derxistin. Helbet me destpêkê texmîna derdora 80 kesan kiribû.

Berdevkê Wezareta Şehîdan da zanîn, ew bermahiyên cenazeyan yên ku ji gorê hatine derxistin, bo Bexdayê tên veguhestin ji bo têsta DNA.

Li devera Semawe du gorên din jî hene lê vedana wan dê piştî cejna Qurbanê bê kirin.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist