Heşt xalên ji bo rêkeftinê Wezareta Pêşmerge dane Iraqê aşkera bûn

Wezareta Pêşmerge ya hikûmeta herêma Kurdistanê li benda bersiva wezareta berevanîya Iraqê ye bo guftûgoyên derbarê wan 8 xalên ku dane Iraqê.

Navenda Nûçeyan - Li gor zanyarîyên berdest, di civîna dawîyê ya wezareta Pêşmerge û wezareta berevanîya Iraqê de, şandeya Pêşmerge 8 xal bo rêkeftinê dane alîyê Iraqî.

Biryar bû şandeyekî wezareta berevanîya Iraqê bo guftûgo li ser wan 8 xalan serdana Hewlêrê bike, lê ji ber pêşhateyan, bi taybet jî xwepêşandanên Iraqê heta naha dema serdana wan a Hewlêrê dîyar nebûye.

Heşt xalên wezareta Pêşmerge dane wezareta berevanîya Iraqê waha ne;

- Vegera Pêşmerge bo navçeyên Kurdistanê yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê.

- Pêkanîna operasyonên hevbeş li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê.

- Danûstanên zanyarîyên îstixbaratî

- Beşa budceya Pêşmerge di budceya berevanîya Iraqê de.

- Rahênana hêzên Pêşmerge.

- Hemahengîya Pêşmerge û artêşa Iraqê li hember DAIŞê.

- Kar kirina li gor rêkeftinên berê yên di navbera her du alîyan de.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist