Hewldana Jiyankirina Heskîfê xwest projeya Bendava Ilisûyê bê rawestandin û got: “Hêj ku nebûye dereng em li bendê ne ku fikrê însanan û wîjdan bikeve tevgerê.”
Hewldana Jiyankirina Heskîfê ji bo navçeya dîrokî Heskîf di bin ava Bendava Ilisûyê de nemîne daxuyaniyek nivîskî weşand.
Hewldanê da zanîn ku bi hezarên salane Heskîf bênavber ji bo jiyana însanan malovaniyê kiriye û ji bîstan zêdetir dergûşiyê ji şaristaniyan re kiriye. Hewldanê got Heskîf bîr û bawerî ye û mîrateya hevpar çanda mirovan e.
Hewldanê di daxuyaniya xwe de bi bîr xist ku tevî ku Heskîf cih û warê xwezayî, çandî û bîrê ye û wek muzeya servekirî ye nayê parastin û di sala 1978’an de li gel ku wek qada sîtê ya arkeolojîk hat îlankirin jî ji bo parastina wê û nifşên siberojê sûd jê werbigirin bi tu awayî nehat parastin. Hewldanê da zanîn ku tevî hemû taybmendiyên çandî û dîrokî yên Heskîfê tên zanîn jû lê dikin qurbanê bendavek temenê wê 50 salî.
‘BIKEVIN TEVGERÊ’
Hewldanê diyar kir ku li gel Heskîf ji 10 krîterên Mîrateya Çandê ya Cîhanê ya UNESCO 9 krîteran pêşwazî dike jî û tekane cihek li cîhanê ye jî heta niha UNESCO pêve eleqedar nebûye û xwedî derneketiye û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê (DMME) jî bi biryara xwe ya ku da bûye şirîkê tunekirina çand û dîroka Heskîfê. Hewldanê got divê teqez Geliyê Dîcleyê (Çemê Dîcleyê) û Heskîf bê rizgarkirin û di vî warî de karek mezin dikeve ser milên rayedaran. Hewldanê da zanîn ku ew li bendê ne ku her kes beşdarî çalakiyên ji bo Heskîfê bibin û got: “Em dixwazin projeya Bendava Ilisûyê gavek berê gavekê bê rawestandin. Hêj ku nebûye dereng em li bendê ne ku fikrê însanan û wîjdan bikeve tevgerê.”
Siyaset Haberleri
Bîst û yek dîplomatên ku ji rejîma Esed reviyabûn, vegerandin ser karên wan
Berê Kurdistana Sûriyê daxuyaniya Mihemed Senkerî şermezar dike
Nûnerê Trump bi Kurdî peyam da: Peymana Îraq û Tirkiyeyê pêngaveke berbiçav e
Neteweyên Yekbûyî: Em çavdêriya hilbijartinên Îraqê nakin, tenê alîkariyê dikin
Tirkiye ji ber sizayên li ser Rûsyayê berê xwe dide petrola Îraqê