Hesen Remzî: Baştirîn rêgirî hember planên dijî rojavayê Kurdistanê, yekhelwestîya Kurd e

Endamê Komîteya Navendî ya Partîya Demokrat a Kurdistan – Sûrîye (PDK-S)Hesen Remzî: Baştirîn rêgirî hember planên dijî rojavayê Kurdistanê, yekhelwestîya Kurd e

 

Navenda Nûçeyan - Endamê Komîteya Navendî ya Partîya Demokrat a Kurdistan – Sûrîye (PDK-S) Hesen Remzî ji K24 re dîyarkir, ku: “Li Moskow di navbeyna Putin û Erdogan de çi derencam derkevin jî, alî liser erdê ji hevûdu gelek dûr in. Tirkîye dixwaze, rejîma Sûrîye vegere rewşa xwe ya berî Operasyona Idlibê, ku ligel Rûsya destpê kirî, Rûsya ji alîyê xwe dîyra dike, ku liser erdê guherînên mezin pêkhatin e û lihevhatin jî, dive ligor van rastîyln liser erdê bin. Herweha Moskow bi tu awayî sere dijî terorê ji ajendaya xwe dernaxe”.

Hesen Remzî herweha anî ziman, ku: “Pêwistîya her du welatan ji hevûdu heye. Pêgeha Tirkîye, ji Rûsya re girîng e. Ji alî sîyasî, aborî, geştyarî  û coxrafya ve jî. Pêwendîyel dîrokî di navbeyna her du welatan de heye. Di hevdîtinên xwe de, her dê bijardeya lihevhatin û têgihiştinê bidin pêş, lê liser erdê Rûsya dixwaze kontrola rejîma Şamê berfereh bike. Taybet jî parêzgeha Idlibê. Ji erdê, deryayî û esmanî ve jî alîkarîya hukimeta Sûrîye dike. Bawerim dê rêkeftina sîyasî bijardeya sereke ya alîyan be”.

Ligor Endamê Komîteya Navendî ya Partîya Demokrat a Kurdistan – Sûrîye (PDK-S) Hesen Remzî, metirsîya liser rojavayê Kurdistanê jî heye û tevgera Kurd dive bilez hevsengî û yekhelwestîya xwe pêkbîn e. Mezintirîn rêgirî lipêş planên dijî rojavayaê Kurdistanê yekhelwestîya tevgera rojavayê Kurdistanê ye. Gerek bilez yekhelwestê ya Kurd pêk were, ku dikare bibe binemayek ewleyîyê li rojavayê Kurdistanê û rêgirî jî, li ber planên hemberî rojavayê Kurdistanê”.

K24

 

Siyaset Haberleri

Îlham Ehmed û Rohilat Efrîn li Almanyayê ne: ‘Kilîta çareseriyê Federalîzm e’
Hêzên Amerîkayê daketin çolên Îraqê, bi artêşê re şer kir
Şervanê ku malbata wî şîna wî danîbû sax vegeriya malê
Îtalya dê sîstema parastina asmanî bişîne welatên Kendavê
Azerbeycan: Dronên Îranê li Balafirgeha Naxçivanê ketin