Herêma Kurdistanê û Bexda li ser budce û petrolê rêkeftin

Wezîrê Darayî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, Hikûmeta Herêmê û Bexdayê derbarê pirsên petrolê, qerzan û budceyê rêkeftine.

Navenda Nûçeyan- Wezîrê Darayî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê  Awat Şêx Cenab di konferanseke rojnamevanî de ligel şanda Herêmê bo Bexdayê, ragihand, wan karî rêkeftinê li ser petrolê bikin û rojane 250 hezar bermîl petrol radestî kompanyaya Somo dikin.

Amaje bi wê da, wan karîne bi Hikûmeta Iraqê re derbarê qerzan de bihgihin hevtêgihîştinekê.

Dîyar kir jî, heger rêkeftin li Bexdayê bê bicihkirin, pirsgirêka mûçeyan namîne. Hikûmeta Herêmê jî derbarê dana mûçeyên fermanberan de berpirsyar e.

Wezîrê Darayî da zanîn: “Pêştir, bîyara birîna budceya Herêma Kurdistanê sîyasî bû û ji bo budceya sala 2020ê, niha top li meydana Parlemana Iraqê ye, em wek şanda danûstandkar ya hikûmetê, me karê xwe temam kirîye û erkê parlemanterên Kurd li Bexdayê ye di dema guftûgokirina li ser budceyê, berevanîyê li mafên xelkê Kurdistanê bikin û biçespînin.”

Awat Şêx Cenab dîyar kir, danûstandinên vê carê yên bi Bexdayê re serkeftî bûn û di rêkeftinê de berjewendîyên her du alîyan li ber çav hatin girtin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê di dema bûrî de çendîn civîn û danûstandin derbarê pirsa budce, petrol û qerzan de kiribûn, ji bo di budceya sala 2020an yê Iraqê de, pirsgirêka pişkê Herêma Kurdistanê ji budceyê û petrola ku divê Herêma Kurdistanê radestî Iraqê bike, bê çareserkirin. Herwiha bi guftûgo û danûstandinê jî pirsgirêkên mane, bêne çareserkirin.

Hikûmeta Iraqê bi serokatîya Nûrî Malîkî ji meha Sibata 2014an ve bi biryareke sîyasî, pişkê Herêma Kurdistanê ji budceyê û mûçeyên fermanberên Hikûmeta Herêma Kurdistanê birîbû.

Herwiha ji çend salan ve jî, budce û mûçeyên hêza Pêşmergeyên Kurdistanê nedida, di demekê de ku di çend salên bûrî de şerekî dijwar li dijî çekdarên DAIŞê kiribû û bi hezaran şehîd dabû.

Çavkanî: K24

Siyaset Haberleri

ŞAM - Rojnamegerên Kurd hatin berdan
EDENE - Konferansa 'Kurd di sedsala dawî ya Osmaniya de' hat lidarxistin
Bender Ebas: Hejmara miriyên teqînê gihişt 70 kesî
YNK: Bi hev re kar bikin da ku mafên Kurdan bên parastin
Serokê ENKSê: Em bi hêvî ne bigihin nêrîneke hevbeş ku nêrîna hemû aliyan be