Herêma Kurdistanê: Divê PKK û Tirkîye şerê xwe bibin derveyî Herêma Kurdistanê

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê bi daxuyanîyeke bombebarana civîna fermandarên Hêzên Zêrevanên Sînorî yên Iraqê û PKKê ku ji bo razîkirina PKKê ji herêma derbikeve, nerazîbûna xwe nîşan da.

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê li ser kuştina du fermandarên hêzên pasevanîya sînor ên Iraqê û bombebaranên firokeyên Tirkîyê bo deverên li nav sînorên Herêma Kurdistanê daxuyanîyek belav kir.

Di daxuyanîyê de ku nusxeyeke wê ji Kurdistan24ê re hatîye şandin, Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê dîyar dike: “Divê PKK û Tirkîye şer û pevçûnên xwe bibin derveyî axa Herêma Kurdistanê û Iraqê û êdî xelkê me nekin qurbanîya pevçûnên xwe.”

Herwiha hatîye eşkerekirin: “Em xelkê xwe dilnîya dikin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê weke her dem, hemû şîyan û hewldanên xwe bi kar tîne, da ku vê pevçûnê ji Herêma Kurdistanê dûr bixe.”

Daxuyanîya Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê bi vî awayî ye:

Demjimêr 14:45ê îro sêşemê 11ê Tebaxa 2020an, li devera Biradost dema hêzên pasevanîya sînor ên ser bi hikûmeta federalî ya Iraqê bi tijîkirina wê valahîyê ve mijûl bûn ku li xalên sînorî çêbûbûn û mebesta wan ew bû ku gefa şer ji ser niştecîyên wan deveran dûr bixin, ji alîyê firokeyeke leşkerî ya Tirkîyê ve otomobîleke hêzên pasevanîya sînor bûye armanc û mixabin du efserên bi navên Emîd Mihemed Reşîd Silêman, Fermandarê Lîwaya 2 ya Pasevanîya Sînor û Eqîd Zûbêr Halî Tacdîn, Fermandarê Fewca 3 ya Lîwaya 2 ya Pasevanîya Sînor, herwiha Eqîd Husamedîn Ebdurehman Hesen, şehîd bûn.

Em li vir car din tînin ziman ku divê PKK û Tirkîye şer û pevçûnên xwe bibin derveyî axa Herêma Kurdistanê û Iraqê û êdî xelkê me nekin qurbanîya pevçûnên xwe.

Bi vê boneya xemnak, em sersaxîya malbata şehîdan dixwazin û wan li Xwedayê Mezin ve dispêrin, ku wan bi bihişta xwe şad bike û hêvî dikin ku ewên birîndar bûne di demeke herî nêz de baş bibin. Em xelkê xwe dilnîya dikin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê weke her dem, hemû şîyan û hewldanên xwe bi kar tîne, daku vê pevçûnê ji Herêma Kurdistanê dûr bixe.

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê

11/8/2020

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist