Herêma Kurdistanê daxwaza alîkarîyê ji NYê dike

Rêxistina erkdar a Netewên Yekbûyî ya herêma Kurdistanê (NY) ragehand, bo rêgirtin li belavbûna vîrusa korona nav kampan de daxwaza alîkarîyê li NYê kirine.

Navenda Nûçeyan - Berpirsê Rêxistina erkdar a Navnetewî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Dîndar Zêbarî ji BasNewsê re ragehand, ji ber kêmkirina budceya kampan ji alîyê hikûmeta Iraqê ve, metirsîyekî mezin a tenduristîyê li ser koçberan heye.

Dr. Dîndar Zêbarî ragehand, herçend hikûmeta Iraqê daxwaza vegera koçberan dike. Lê sala borî heta naha 150 hezar hemwelatîyên Iraqê berê xwe dane kampên herêma Kurdistanê.

Li gor heman sazîya navnetewî ya hikûmeta herêma Kurdistanê, ku daxwaza alîkarîyê ji NYê û rêxistina navnetewî kirine. Bi taybet di warê tenduristî de, ji ber vîrusa korona metirsîyek mezin li ser rûniştvanên wan kampan heye.

Ji ber şerê tayfeyî û êrîşên grubên terorîst nêzîkî du milyon hemwelatîyên Iraqê berê xwe dane herêma Kurdistanê, ku li gel krîza darayî û birîna beşa budceya Kurdistanê ya salên borî, bûne bargiranîyek din li ser hikûmeta herêma Kurdistanê.

 

Siyaset Haberleri

Hewlêr pênc hezar kes bi kincên kurdî bo Rekorda Guinnessê kom bûn
Mehmet Kaya: Hinardeya Amedê ya Îraq û Herêma Kurdistanê ji sedî 42 kêm bûye
Marco Rubio: Heta ku komên ser bi Îranê ve êriş bikin dijminatî naqede
Balyozê Îranê: Em piştgiriya komkirina çekên grûpên çekdar dikin
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo dayîna nasnameyan dest bi hevdîtinan tê kirin