Herêma Kurdistanê bi ahengên ciyawaz sala 2021an pêşwazî kir

.


Hemwelatiyên Herêma Kurdistanê, bi aheng û çalakiyên ciyawaz, sala 2021an pîroz kirin. Ahenga fermî ji ber belavbûna Koronayê nehat lidarxistin, lê beşek ji hemwelatiyan aheng saz kirin.

Bi hêvî û coşeke mezin Herêma Kurdistanê saleke zehmet li pey xwe hişt û bi dawîhatina sala 2020aan, welatiyê Herêma Kurdistanê pêşwazî li sala nû kir.

Ji ber belavbûna vîrusa Koronayê, tu ahengên fermî bo serê sale li Hewlêrê bi rê ve neçû, lêbelê beşek ji hemwelatiyan ligel geştyaran, di serî de Hewlêr, li bajarên Silêmanî, Duhok û Helebçê aheng û çalakiyên ciyawaz bo serê sale saz kirin.

Li Hewlêrê navenda ahenga sersalê Keleha Hewlêrê ya dîrokî bû. Welatî li ber keleha Hewlêrê kom bûn û bi fîşekên hewaî, pêşwazî li 2021an kir.

Ji bilî Keleha Hewlêrê, li Ankawa û deverên din ên bajar jî ahengên sersalê hebûn û gelek cih bo sersalê hatin xemilandin û welatiya kêfxweşiya xwe bo hatina sala nû derbirîn.

Herwiha li bajarên Duhok û Silêmanî jî ahengên pêşwazîkirina sala nû hebûn û hejmarake zêde ya welatiyan, bi coşeke mezin malavawî li 2020 û pêşwazî li sala 2021 kirin.

Kurdîstan Haberleri

Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk: Em Amedsporê Pîroz Dikin
Milano’da Doğan 17 Yaşındaki Kürt Tasarımcıdan Uluslararası Mesaj: Melissa Nur Dikkat Çekiyor
Firat Cewerî pirtûka xwe ya nû li Stenbolê îmze kir
Rola mamosteyan di civakê de û bi taybetî civaka Îran û Rojhilatê Kurdistanê
Fîlma Kurdî-Japonî ‘Hemû Diaxivin’ li Festîvala Tokyoyê hat nîşandan