Herêma Kurdistanê: 11 kesên din tûşî vayrusa Koronayê bûne

Wezareta Tendirustîyê ragihand ku 11 kesên din li Herêma Kurdistanê tûşî vayrusa Koronayê bûne.

Navenda Nûçeyan - Wezareta Tendirustîya Herêma Kurdistanê, ragihand ku di encama pişkinînan de, 11 tûşbûyên din ên bi vayrusa Koronaya nû, COVID-19, hatine destnîşankirin ku 6 zilam, 2 jin û 3 jî zarok in.

Li gor daxuyanîya Wezareta Tendirustîyê, 8 kes ji wan tûşbûyan, li parêzgeha Silêmanîyê hatine tomarkirin ku yek ji wan li navçeya Derbendîxan e.

Her li gor daxuyanîya hatîye belavkirin, 3 zarok li parêzgeha Helebçeyê tûşî koronayê bûne.

Ligor amarên Wezareta Tendirustîya Herêma Herêma Kurdistanê, 201 kes tûşî vayrusa Koronayê bûne, ji wê hejmarê jî 61 kes baş bûne û 2 kesan jî koça dawî kirîye.

Siyaset Haberleri

Netanyahu: Ez naxwazim Tirkiye were başûrê Sûriyeyê
Sebah Numan: Lêkolîn derbarê êrîşa li ser nivîsgeha Serokwezîrê Herêmê berdewam e
Mamoste û xwendekar dixwazin ku waneyên zanistî jî bi Kurdî bin
Gulan Avci: Gefa kuştinê li min û zarokên min hat xwarin
NATOyê li ser vekişîna ji Îraqê daxuyanî da