"Herêma Ewlehî" ya Tirkiyê ji bo Jenosîda kurd e

Lêkolîner, nivîskarê perwerdekar Maruf Yilmaz nivîsî

 

Maruf Yilmaz*Dagirkirina Roavayê Kurdistanê projeya dîktator Erdogan, Trump  û  Putin  e. Ev ji bo kurdan  felaket, tofan û bela ye.  Erdogan kopîya Hîtler e. Erdogan dijminê gelê kurd e û Hîtler jî dijminê Cihûdîyan bû. Trump destûr dide Tirkiyê ku ew ROAVA dagirbike; piştî rexneyên giran li Trump hatin kirin, wî "înkar" kir.  Li gorî analîza Marcus Oscarsson Trump derewan dike û mirov nikare bawerîya xwe pê bîne. Marcus Oscarsson axaftina Trump mîna delîl û îspat nîşan dide û wî destûr daye Erdogan. Bi rastî min bixwe jî axaftina Trump guhdar kir û ez jî wekî analîza Marcus Oscarsson dihizrim. Li gorî Marcus Oscarsson  Trump bi Tirkiyê lihev dike û bi kurdan re xîyanetê dike, bi vê biryarê ve leşkerên tirk derbasî ROAVA dibin. Bi derbasbûnê leşkerên  tirk re leşkerên Sûriyê jî, derbasî Roavayê Kurdistanê dibin û li ser axa me bicîh dibin. Rûsya, îran û Tirkiye jî di derbara paşva girtine ava ROAVA de lihevkirine, bêyî ku xwedîyê axê beşdar bibe. Xwedî kî  ne?

 

Xwedîyê axê kurd in. Tirkiyê dewleteke hovane, bê terbîye û ji terbîyeya demokrasîyê bêpar e. Tirkiye  bi hemû bernayîyên nijadparêzî û kevneperestîyê ve dijî.  Tiştên ku tirk li ROAVA dikin ji bo însaniyetê rêreşîyeke mezin e. Mentalîteya tirk nemirovahî bi xwe ye.

 

Ez dîsan vebigerim ser Trump. Lihevkirin û leyîstikek di navbera Trump û Erdogan de heye û divê kurd vê leyîstikê bibînin.  Lihevkirina Amerîka, Rûsya û Tirkiyê jî diyar e. Trump dixwaze bi behsa ceza û sanksiyonên aborîya Tirkiyê bike da ku kurdan nerm bike û cîhanê bixepîne, lê di rastîya xwe de peymaneke dizî di navbera Trump û Erdogan de heye. Erdogan û Trump niha di tengasîyê de ne, ji ber ku niha Neteweyên Yekbûyî beşa lêkolînê, guman dikin ku leşkerên Tirkiye li dijî kurdan çekên kîmyayî bikar hanîne û  ji lewre niha dest bi lêgerîn û lêkolînan kirine.

 

Ez tiştekî ji rojnamevanên Medyaya Kurdî tênagihîjim ji ber ku ew bi perspektîva Kurd li Roavayê Kurdistanê mêze nakin. Ew bi perspektîvên Tirkiye, Amerîka û Rûsyayî li Roavayê Kurdistanê mêze dikin. Jixwe di biryara agirbestê de Tirkiye û Amerîka (Erdogan, Trump) hebûn, xwedî (kurd) tune bûn. Mijara "Herêma ewlehî" plana maffîya bazirganîya Erdogan e.   Heke Tirkiye demografiyê neguhêrîne, hingê agirbest û rawestandina şerî bêwate ye. Plana "Herêma Ewlehîyê" ya Tirkiyê li dijî kurdbûn û Kurdistanbûnê ye û herwisan jî, perspektîva Tirkiyê ye. Divê em kurd li dijî vê plana qirêj derbikevin. Partiyên Tirkiyê hemû di derbara pirsa  kurd de dibin dengekî tirk  û li dijî kurdan derdikevin. Yên ku piştevaniya Erdogan kirin li dıjî kurdan ev in: AKP - Partîya Dad û Pêşkeftinê;  CHP - Partîya Gel a Komarî,  MHP - Partîya Tevgera Neteweperest û ÎP - Partîya baş .

 

HDP - Partîya Demokratîk a gelan jî partîya Tirkiyê ye.

 

Dewleta tirk bi hevkarî û daxwazên Rûsya û Sûrîyê ve li hemberî Roavayê Kurdistanê hevkirin û bihevre bûn dengekî. Em ji dîrokê sûd werbigirin.  "Herêma Ewlehî" ya Tirkiyê dihê wateya Jenosîda gelê kurd, qetlîam  û komkujîyê. Ev komkujî mîna komkujîya ermenîyan a sala 1915an e. Di dagirkirina Roavayê Kurdistanê de rola  Trump (Amerîka), Putin (Rûsya) û Ruhanî (îranê) heye. Erdogan dijminê gelê kurd e û Hîtler jî dijminê Cihûdîyan bû. Qedera Erdogan dişûbe ya Saddam. Erdogan dê bibe dijminê xwe yê herî dijwar. Xîyaneya hevbeş a Trump û Putin heye ji bo dagirkirina ROAVA. Beşar Eshat mîna "rovî" ye. Di peymaneya Erdogan (Tirkiye) û Trump de xuyaye ku Erdogan bi alîkariya  "Maffîya  Bazirganî" ya navdewletî  destûrê ji Trump girtîye û bi destûra wî Tirkiye kete nav axa welatê me.  Erdogan jenosîda gelê kurd pêkanî û bû sedemê kuştına sivîl, zarok û ciwanên me. Bi xîyaneta Trump Erdogan di  "Herêma  Ewlehî" yê de biserket ji ber ku Tirkiyê bi destûra Trump Roava dagir kir û wê  kire bin kontrola Tirkiyê. 

 

Erdogan dijminê gelê kurd e û Hîtler jî dijminê Cihûdîyan bû.

 

Çend dîtinên cuda:

Dr. Akademisyen Arzu Yilmaz: "Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê rêyeke nû ya şer bi Turkiyê re didin avakirin.

Prof. Dr. Osman Aytar: "êşên Roavayê Kurdistanê, him kurd û him dinya kirin yek, pir dilxweş im..."

Akademisyen, nivîskar û siyasetmendar Omar Sheikmous: "Erdogan Turkiyê dixwaze kurdan tune û qir bike..."  

Prof.  Pirjo Lahdenperä: " Erjeng, felaket, ecêba reş, mercên ecêb û tehlûke ji bo kurdan...

Elisabeth Sandlund: " Trump bi kurdan re xîyanetê kir. Xîyaneta Trump dê bibe sedemê têkçûna wî bi xwe..."

Doktoremend Maruf Yilmaz: şeytan di şalên Trump û tirkan de hene. Heke mirov tirk be, mirov ne mirov e.  Heke swêdî be mirov "însan" e. Mafîya bazirganîya tirk (kirinûfirotin, ticaret) Kurdistan ji Trump kirî û da Tirkiyê...

Prof., nivîskarê Fransî Bernard Henri: " Tirkiye daxwaza xwe bi Amerîka û Rûsya dabû pejirandin û bi hawayî li ROAVA dest bi operasyonan kir. Tirkiye bi xwestina Rûsya û Amerîkayê dikare biserbikeve.

Fîlozor, Prof. Bernard- Henrî Levy: "Erdogan mirovkuj e.

"Cumhuriyetcî Senator" Eliot Engel: Erdogan ji hemû tawanên leşkerên Tirkiyê li ROAVA berspirsîyar e. Divê em helwesteke hevbeş bigirin da ku bikaribin Erdogan têkbibin.

Fîlozof, Prof. Dr Noam Chomsky: " Erdogan kurdkujek e..."

Tomas Thorén (Lêkolîner): "Erdoğan niha ji berê bêhtir desthilatdariyê li ba xwe kom dike.

Şimon Tisdall (lêkolîner): "Erdogan dikare bibe destpêka dema tarîtiyê li Tirkiyê.

Lindsey Graham dibêje: Tiştê ku Trump ji kurdan re kir xîyanet bû.

Anligelîna Jolie: Kurd qahreman, mêrxas û neteweyeke mêvanperwer e.

Dîroknas Taner Akçam: Tirkiye dixwaze kurdan berbi qirkirin "imhakirinê" bibe û mîna ermenîyan bîne ser kurdan...

 

KURTASÎ

Sûntezkirina dîtinan:

1. Herêma Ewlehî" ya Tirkiyê dihê wateya Jenosîda gelê kurd, qetlîam  û komkujîyê. Ev komkujî mîna komkujîya ermenîyan a sala 1915an e.

2.  Qedera Erdogan wekî ya tîndarê xwînê Saddam e. Erdogan têkdiçe û xelaya wî di dilê wî de dimîne. Erdogan bixwe dawî li xelaya berfırekirina Tirkiyê tîne. Yê Erdogan terorîst û welatê wî ye.

3. Tirkiye bi tenê dimîne û dostên kurdan zêdetir dibin.

4.  Amerîka û Rûsya bi hevre tevdigerin. Rûsya, Amerîka û Tirkkiye berê lihevkiribûn ji lewre Amerîka û Rusya di civîna Konseya ewlekarîya Neteweyên Yekbûyî de dengên xwe ji bo vetokirinê dan. Lê niha Amerîka ji hevkırına xwe nerazıye û li rastîyê vedigere.

5.  Peymaneka di navbera Amerîka, Rûsya, Tirkiye û kurdan de jî dikare hebe. Lê peymana ku Tirkiye têde hebe, xapandin e, bi kurdan dileyizin. Bêdengî Amerîka û Rûsyayê jî, rastîya vê peymanê ye.

6. Amerîka naxwaze Tirkiye bikeve hembêza Rusyayê, lê herwisan jî Rusya jî naxwaze Tirkiye bikeve hembêza Amerîkayê.

7. Hesabên Amerîka û Rusya cuda ne û ew tenê berjewendîyên xwe dihizrin. "Etîk",  moral" û normên mirovahî li wan qimeta xwe bi qasî pênc qurişan...

8. Dewletên demokrat û nûjen  ên mîna Fransa, Brîtanîya mezin, Elmanya, Polonya, Belçika, Swêd, Norwec, Danmark û dehan dewletên wisan nûjen piştevanên Roavayê Kurdistanê ne, lê dewletên dîktator û paşketî yên mîna Pakistan, Qatar, Acerbêcan... piştgırîya Tirkiyê dikin.

 

19-10,2019, Stockholm

*Lêkolîner, nivîskarê perwerdekar

 

Siyaset Haberleri

Neteweyên Yekbûyî bangî Şamê kir: Bi HSDyê re gotûbêjan bikin
Li Hewlêrê 2 kes ji ber kuştina ajelekî kûvî hatin desteserkirin
Jineke Kurd li Zanîngeha Harvardê dersa Kurdî ya asta bilind dide
Macron, ji bo Polonya seha hewa xwe biparêze balafirên Rafale dişîne Polonyayê
Nedîm Zehawî: Herêma Kurdistanê pêşketineke berçav bi dest xistiye