Her sê serokatîyên Herêma Kurdistanê derbarê pirojeya çaksazîyê dicivin

Biryare evro her sê serokatîyên Herêma Kurdistanê derbarê pirojeyasa ya çaksazîyê bicivin daku ew pirojeyasa bi komdengî bihêt derbazkirin.

Navenda Nûçeyan- Perlemema Kurdistanê pêngava Yekem ji rêkarên yasayî yên pesindkirina pirojeyasa ya çaksazîyê bi dawî hîna. Piroje bi dengê 85 perlemantaran sifeta bilez da wê pirojeyasayî. Seroka Perlemanê ew piroje arasteya şeş komîte yên taybetmend kirîye û divê di dema 7 rojan de, raporta hevpişik li ser wê pirojeyê made bikin.

Li gor axivtinên endamekê komîteya yasayî, piştî amadekirina raporta hevpişik, vexwîndina dûyê bo wê pirojeyasayê dihêt kirin.

Herçende hinek firakisyonan li ser pişkek ji wan madeyan têbînî hene, lê tevaya pirojeyî bi pêngaveke baş dibînin bo destpêkirina çaksazîyê, lew têbînîyên firakisyonan li ser madeyên wê pirojeyê di dema vexwîndina dûyem de bi dengdanê dê bihên yekalî kirin.

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir