Her sê lijneyên Parlamentoya Kurdistanê bo raportekê dicivin  

.

Her sê lijneyên navxwe, mafên mirova û yasayî li Parlamentoya Kurdistanê, bi armancba amadekirina raporteke di derbarê xwepêşandanên çend meh berî niha yên li Silêmanî Helebçe û îdareya Raperînê de, dicivin.

Li gor Endama lijneya Mafên Mirova li Parlamentoya Kurdistanê Hesîbe Gerdî diyar kiriye: ‘‘Îro 22.02.2021ê lijneyeke hevbeş ku pêk hatibû, li lijneyên mafên mirova, navxwe û yasayî li Parlamentoya Kurdistanê dicivin.’’

Derbarê armancên civînê de hat destnîşankirin, civîn bi armanca nivîsandina raporteke hevbeş, ku 20.12.2020ê bi armanca pêdeçûn li derbarê xwepêşandanên wê dawiyê yên li parêzgeha Silêmanî, Helebçe û îdareya Raperîn û Germiyanê de ku bibûn sedema kuştina çend kesan û ziyan gihandin gelek binkeyên partî û saziyên Hikûmetê.

Gerdî herwiha eşkere kiriye: ‘’Em dixwazin bi rêya vê raportê ve, tevahiya rastiyan û encamê serdanan ji Serokatiya Parlamentoyê û aliyên pêwendîdar re bişînin û bi rêya civîneke çapemeniyê ve, rastiyan bo raya giştî jî eşkere bikin.

Kurdistan Haberleri

Trump: Şer dê di demeke nêz de bi dawî bibe û cîhan dê aramtir bibe
Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê ne beşeke aloziyan e
Di nav 2 saetan de 4 dron avêtin Hewlêrê
Bafil Talebanî: Niha dema yekîtiyê ye
Sûdanî bangî hêzên ewlehiyê kir: Êrişkaran desteser bikin