Her 3 şaredarên jin hatin zîndanîkirin

Şaredarên berê yên HDP yî yên navçeyên Dêrik, Sitewr û Mazidaxê hatin zîndanîkirin

Navenda Nûçeyan- Şaredarên berê yên HDP yî yên navçeyên Dêrik, Sitewr û Mazidaxê hatin zîndanîkirin. Di çarçoveya lêpirsîna terorê de şaredara berê ya Mazidaxê Nalan Özaydın, ya Dêrikê Mulkiye Esmez û ya Stewrê Gulistan Öncü piştî hatin binçavkirin, li baregeha asayîşê îfade dan û wan derxistin hemberê dadgehê.

Dadgeha Merdînê biryara zîndanîkirina her 3 şaredarên berê da û wan şand zîndanê. Her sê şaredar berê ji wezîfeyên xwe hatibûn dûrxistin û di şûna wan de qeymeqamên heman navçeyan qeyûm hatibûn tayînkirin.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist