Henry Kissinger: Şerekî ji şerê cîhanê yê yekem metirsîdartir di rê de ye

Sîyasetmedarê Amerîkî dibêje şerekî ji şerê cîhanê yê yekem metirsîdartir di rê de ye.

Navenda Nûçeyan- Wezîrê derve yê berê yê Amerîkayê Henry Kissinger (Salên 1973 – 1977) di semînerekî li Amerîkayê de ragehand, divê bi giringî ve peyvendîyên aborî yên Çîn û Amerîkayê bê nêrandin û ji alîyê sîyasî ve hewla çareserîya pirsgirêkan bê dayîn.

Henry Kissinger dibêje naha şerekî sar di navbera welatê wan û Çînê de heye û pêwîst jî dît ku berpirsên her du welatan bi guftûgo pirsgirêkan çareser bikin.

Sîyasetmedarê Amerîkayî hişyarî da ku ew şerê ser dê wegere şerekî germ ê mezin û ragehand, di egera derketina wî şerî de, wê demê cîhan dê rastî karesatekî mezintir ji şerê cîhanî yê yekem bê, ji ber her du welat xwedî çekên bihêz in.

Şerê cîhanê yê yekem roja 28.07.1914ê destpê kir û heta 11.11.1918ê berdewam bû, ku di wî şerî de zêdetir ji 38 milyon û 880 hezar leşker hatin kuştin, birîndar bûn û winda bûn.

Çavkanî: Herman Xalîd-BasNews

 

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir