Henefî Turan: 100 sal in, dewleta Tirkiye, bi vê siyasetê serneketiye!

Cîgirê Serokê Giştî yê Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) Henefî Turan, diyar kir, ku diyar e desnîşankirina Qeyyûman bi ser bajarên Kurdan ve ne car a yekem e û mixabin dê ne ya dawî jî be.

Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Henefî Turan, ji K24 re diyarkir, ku diyar e desnîşankirina Qeyyûman bi ser bajarên Kurdan ve ne car a yekem e, û mixabin dê ne ya dawî jî be.

Ligor Henefî Turan, dewleta Tirkiye bi xwe di babeta Kurd/Kurdistanê de bi ser bê-hiquqiyê ve hatiye avakirin. Dema piştî Şoreşa 1925an gencek Kurd tînin ber dadgehê û ew genc bi tirkî nizane, dibêjin: bibin bidarve bikin. Ev 100 sal in nêzîkahiya beramberî rastiya Kurd her ev e. Biryara destnîşankirina Qeyyûman biryarek bê-hiquqiya hemberê Kurdistanê ye, ku heta îro berdewam e. Ev yek nayê qebulkirin, ev yek – rê li pêş siyaseta demokratîk, li pêş siyaseta sivîl digre.

Turan bibîr nî, ku hemberî 4 partiyên ku di nave wan de peyva Kurdistan heye (Partiya Azadiya Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurdistanê – Tirkiye, Partiya Sosyalîst a Kurdistanê, Partiya Komunist a Kurdistanê – Bakur), doz vekirine, dixwazin bên giertin. Ev jî, nimûneyek din a nêzîkahiya rastiya Kurd/Kurdistanê ye. Ji Kurdan dibêjin: Rêya çiya li pêş we ye!

Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê got, ku ev 100 sal in, vê siyaseta dewleta Tirk encamp bidest nexistiye û dê niha jî bidest nexe.

Herweha rexne li şêwazê çalakiyên HDP kir…

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist